Milîsan li Êlihê firoşkarê hişbirinê ceza kirin

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Êlihê firoşkarê madeyên hişbirinê Yûsif A. girtine û ceza kirine.

FIROŞKARÊ TIRYAKÊ CEZA KIRIN

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) daxuyand ku roja 25’ê Nîsanê saet di 21.00’an de li parka Mehmet Sincan a taxa Petrolkentê ya Elîhê Yûsûf A. yê ku madeyên hişbirinê difiroşe ceza kirin û medayên hişbirinê yên li ser wî îha kirin.

Di daxuyaniya MAK’ê de hat destnîşankirin ku ev kes hevkarê polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirk a qirker a li dijî ciwanên welatparêz û raya giştî ye û got ku ew kes di dûrxistina ciwanên Kurd ji têkoşînê de rol lîstiye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tişta ku divê ciwanên Kurd bikin nekevin xefika hişbirinê, li dijî dijminê hovane û dagirker xwe bi rêxistin bikin. Divê gelê me zarokên xwe ji van kesan biparêzin, bişînin nav Tevgera Azadiyê û hêjayî keda şehîdan bin.”