Tecrîd êşkence ye, bêdeng nemînin!

Endamên OHD'ê pankarta "Tecrîd êşkence ye, bêdeng nemînin" li Mîtînga Parastina Mezin a ku ji aliyê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ve hat lidarxistin, vekirin.

MÎTÎNGA PARASTINA MEZIN

Mîtînga Parastina Mezin a ku ji aliyê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ve li Parka Anitê ya Enqereyê hat organîzekirin danê sibehê li ber TBB’ê bi meşê destpê kir. Meşa ku parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevserokê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî amade bûn, heta Parka Anitê berdewam kir.

Di meşê de pankartên li dijî tecrîda li Îmraliyê û êşkenceya li girtîgehan jî hatin hilgirtin.

Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadîxwaz (OHD) pankarta "Tecrîd êşkence ye, bêdeng nemînin" hilgirtin.

Mîtîng bi xwendina encamnaeya Komxebata Parêzerên Ciwanan dest pê kir.

Piştî Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Parêzer Erînç Sagkan, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî di mîtîngê de axivî.