Li Berlînê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Elmanya Berlînê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd meşek lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest-Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (NAV-Berlîn) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşek hat lidarxistin.

Di axaftinên meşê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk ji 21’ê Nîsanê ve bi konsepta êrîşeke nû êrîşên dagirkeriyê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Hat destnîşankirin ku di van êrîşan de li qadên sivîl, her qadên ku Kurd lê dijîn destkeftî tên hedefgirtin.

Di meşê de pankartên “Bimre Xiyanet” û “Defend Kurdistan” hat vekirin û dirûşmeyên “Zap, Avaşîn, Metîna Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.