Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe yê ku 38 meh in ti agahî jê nayê wergirtin, serlêdanên nû kirin.

SERLÊDANA PARÊZERAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Sûzan Akîpa ji bo dîtina muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê di bin tecrîda mutlaq de, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.

Bi temamî têkîliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi cîhana derve re hatiye qutkirin. Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayîn. Di hin rewşan de weke hincet ji parêzeran re dibêjin, cezayê disîplînê heye.

Li gorî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê:

-Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta îro, tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de 5 hevdîtinên bi parêzeran re pêk anî; ji van hevdîtinan a herî dawî jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat.

-Ji sala 2014’an ve jî tenê 5 hevdîtin bi malbata xwe re pêk anî.

-Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû, di 3’yê Adara 2020’an de bi birayê xwe re pêk anî.

-Ji roja destpêkê heta niha tenê 2 caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021’an) hevdîtina bi telefonê pêk anî.

-25’ê Adara 2021’an jî hevdîtina bi telefonê ya herî dawî, di nava demeke pir kurt de di nîvî de hat qutkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê wergirtin.