Pedro Sanchez ragihand ku wê weke Serokwezîr bimîne

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê li ser wezîfeya xwe bimîne.

Lîderê sosyalîst hefteya derbasbûyî piştî ku lêpirsîna edlî der barê hevjîna wî de destpê kir, ragihandibû ku ew paşeroja xwe ya siyasî dinirxîne.

Pedro Sanchez ku rojên dawî ji eniya çep piştgiriyeke xurt werdigire, ragihand ku li gel 'kampanya reşkirinê' ya muxalefeta rastgir, wê wezîfeya xwe ya rêvebirina welêt dewam bike.

Lîderê sosyalîst ê 52 salî ku ji sala 2018'an û vir ve li ser deshilatdariyê ye, bi daxuyaniyekê got, "Min biryar da ku dewam bikim."

Sanchez roja Çarşemê piştî ku hate ragihandin dadgeheke li Madrîdê li hemberî hevjîna wî dozek daye destpêkirin, diyar kir ku ew difikire îstifa bike û bi vî rengî Spanya matmayî hiştibû.

Roja Şemiyê bi hezaran kes li ber navenda giştî ya Partiya Sosyalîst a li Madrîdê li hev kom bûn û bang li Sanchez kir ku wezîfeya xwe dewam bike.