DEM Partî: AKP’ê berdevkiya nîjadperestên li Belçîkayê dike

Komîteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî AKP’yiyên ku weke berdevkên komên nîjadperest-paramîlîter ên li Belçîkayê tevdigerin da û bang li rayedarên Belçîkayê kir ku li dijî nîjadperestan bikevin nava tevgerê.

DEM Partî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Li Tirkiyeyê pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adarê bi rengekî aştiyane û bi coş derbas bû. Li gelek bajarên Ewropayê jî bi heman awayî hatin pîrozkirin. Lê komên nîjadperest û paramîlîter ên ku ji aliyê îtîfaqa AKP-MHP’ê ve tên xwedîkirin û perwerdekirin vê rastiyê nekarîn bipejirînin û li dijî endamên malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan Brukselê êrîşeke nîjadperestî pêk anîn. Rayedarên AKP’ê jî li şûna van êrîşan şermezar bikin û banga aramiyê bikin, rola berdevkê komên paramîlîter girtin ser xwe û rê li ber hêrsdariyê vekirin.

Di vê pêvajoyê de ku demeke pir kurt ji hilbijartinan re maye, em diyar dikin ku her daxuyaniya ku êrîşên nîjadperestiyê vediguherînin amûrê hilbijartinê û Kurdên li Ewropayê dijîn dike hedef, xizmetê ji faşîzm û bêçareseriyê re dike. Em bang li desthilatdariyê û rayedarên wê dikin ku tavilê dest ji vê helwesta xwe berdin. Her wiha em bang li hemû gelên xwe yên li Ewropayê dijîn dikin ku neyên provokasyonan û bi aqlê selîm tevbigerin. Divê rayedarên Belçîkayê li dijî koma nîjadperest karûbarên hiqûqî bide destpêkirin, da ku pêşî li rageşiyên mezintir bên girtin.”