BI DÎMEN

Zubeyde Zumrut: Em bi sed hezaran kesî biherikin Kolnê

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut got, “Em ê bi meşa li Kolnê dîwarên Îmraliyê hilweşînin! Divê em qada Kolnê bikin qada azadiya Rêber Apo. Pêwîste bi hezaran biherikin Kolnê.”

Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Nûrsel Aydogan li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, di çarçoveya amadekariyên meşa Kolnê de beşdarî dawetekê bûn.

Zubeyde Zumrut a ku di dawetê de axivî wiha got, “Tevgera Azadiyê wê tu carî destketiyên ku pêncî sal in bi dest xistiye, bernede. Hewl tê dayîn ku destketiyên Kurdan ji holê rakin. Ji ber vê yekê tecrîd tê girankirin.”

Zubeyde Zumrut, destnîşan kir ku ew ê tu carî çareseriyek bêyî Rêber Apo qebûl nekin. Zubeyde Zumrut bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û wiha domand, “Civaka Kurd û gelê Kurd hem divê xwedî li Rojava derkeve û hem jî ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşîna xwe xurttir bike.”

‘DIVÊ BI HEZARAN BIHERIKIN KOLNÊ’

Zubeyde Zumrut axaftina xwe wiha dewam kir:

“Têkoşîna li Ewropayê girîng e. Gelê me yê li Ewropayê 40 sal in di nava têkoşînê de ne û 24 saet her tim di nava çalakiyan de ne. Lê êdî em di qonaxa çareseriyê de ne. Di vê qonaxê de barê me giran e. Divê li hember vî barê giran em rola xwe bilîzin.

Ji bo azadkirina Reber Apo ji aliyê fîzîkî ve, divê em meydana Kolnê bikin meydana azadiyê ya Reber Apo. Divê bi sed hezaran mirov biherikin qada Kolnê. Li Deûtzer Werftê divê em vê peyamê bidin: Yên ku tecridê pêk tînin, yên ku di komployê de cih digirin, heke hûn jidil bin, Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bikin. Ji bo vê jî her kesê xwedî wijdan û exlaq divê di 16'ê Mijdarê de li Kolnê cih bigirin. Em ê di 16'ê Mijdarê de li Kolnê peyama parastina Rojava bidin. Di 16'ê Mijdarê de wê çavên cîhanê li Qada Deûtzer Werftê ya Kolnê be. Girseyek çawa ya gelê Kurd wê li hev bicive û çi peyam wê bide, dê bibînin. Çawa ku me di 15'ê Sibatê de pira Kolnê hejand, em ê vê carê jî dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Reber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin."

Li aliyê din, di çarçoveya amadekariyên meşa Kolnê ya Navendî ya 16'ê Mijdarê ya li Ewropayê de Zubeyde Zumrut û serokwekîlê Koma HDP'ê yê berê Îdrîs Balûken wê îro li Bochûmê beşdarî civînên gel bibin. Her wiha Hevserokê KCDK-E Engîn Sever û Parlamentera HDP’ê ya berê Nûrsel Aydogan jî wê tevlî civînên gel ên li Osnabruckê bibin.