KON-MED: Li dijî dagirkerî û qirkirinê em bikevin nava liv û tevgerê

KON-MED'ê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava daxuyaniyek da û di serî de jin bang li hemû beşên civakê kir ku parastina Rojava bikin.

KON-MED

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) daxuyahniyek li ser êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û Sûriyeyê weşand û got, "Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku delweta Tirk li Rojhilata Navîn polîtîkaya xwe ya qirkirin û dagirkeriyê careke din xistiye meriyetê.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîş li ser Rêveberiya Xweser a li Rojava ye û hate gotin, "Parastina Rêveberiya Xweser a ku bi îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû, ji bo rawestandina planên kaos û qirkirinê yên li Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Em bang li gelên xwe yên li Elmanayyê dikin ku bi ruhê Kobanê dakevin qadan, polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê yên delweta Tirk teşhîr bikin, di çarçoveya demokratîk de çalakiyên protestoyî lidar bixin. Her kesên alîgirê demokrasî û azadiyê ji bo parastina destketiyên Şoreşa Roajva divê bi rengekî çalak bikevin nava liv û tevgerê."