Êrişên çeteyên dewleta Tirk li Torontoyê hatin şermezarkirin
Navenda Civaka Kurd a Torontoyê li dijî êrîşên li ser bajarê Heleb û Rojava çalakiyek lidar xist û êriş şermezar kir.
Navenda Civaka Kurd a Torontoyê li dijî êrîşên li ser bajarê Heleb û Rojava çalakiyek lidar xist û êriş şermezar kir.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Heleb û Şehbayê hatin şermezarkirin.
Li Navenda Civaka Kurd a Torontoyê (NCK-T), bi daxuyaniyekê êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) yên li dijî gelê Kurd û sivîlên li Rojava şermezar kir.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hate ragihandin ku di pevçûnên rojên dawî yên li Bakurê Sûriyeyê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî koçber bûne. Hate diyarkirin ku hewldanên komên ku dewleta Tirk destek dike, ji bo kontrolkirina herêmên Sûriyeyê, bi taybet jî herêmên Kurdan, bûye sedema trajediyeke mirovî.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca van êrîşên ku li Heleb û Rojava berdewam dikin, tunekirina gelê Kurd û hemû civaka sivîl e û ev yek hate gotin: "Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî azadî û mafê jiyana hemû gelên li herêmê ye û ev êrîş û hovîtî wê pêşiya dagirkerî û tehdîteke mezintir veke."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku polîtîkayên dagirkeriyê yên çeteyên ku dewleta Tirk destekê dide wan û êrîşên rêxistinên radîkal ên weke HTŞ’ê yên li dijî sivîlan, krîzên mirovî yên li herêmê kûrtir dike. Rayedarên Navenda Civaka Kurd a Torontoyê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrîşan rexne kirin û banga destwerdana lezgîn kirin.
Beşdaran bi rêya daxuyaniyê diyar kirin ku gelê Kurd tu carî dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernade û dest nîşan kirin ku Rojava hêviya mirovahiyê ye.
Her wiha Kurdistanî û dostên wan ên li Torontoyê diyar kirin ku ew ê hevgirtinê mezin bikin û dengê gelê Kurd li her qadê bidin bihîstin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin.
Çalakî bi deqîqeyeke rêzgirtina ji bo kesên li Heleb û Rojava jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.