Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê John Healey 14'ê Mijdarê hat Enqereyê û bi Yaşar Guler re serdana TUSAŞ'ê kir ku şirîkê wê ye. Sekreterê Giştî yê nû yê NATO'yê Mark rutte jî 25'ê Mijdarê hat Enqereyê û wî jî serdana TUSAŞ'ê kir.
Serokê rêxistina îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê Shin Bet Ronen Bar 18'ê mijdarê bi Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin re hevdîtineke veşartî kir.
Bi dîtina min ev trafîk li gel hin nîşaneyan her wiha ji bo pêşkêşkirina kodên bûyerên diqewimin dibe ku têrker bin.
Li gel van bûyeran Kurdan û dostên wan li çar aliyên cîhanê salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin, li paytexta Îngilistan Londonê jî di 27'ê Mijdarê saet di 03:00 de polîsan avêtin ser malên welatparêzên Kurd, karsazan û saziyên ku bi salan e li gorî qanûnên Îngiliz dixebitin. Ev kiryar hîn jî dewam dike û welatparêzên hatin binçavkirin hîn binçavkirî ne, berxwedana Kurdan û dostên wan jî li derve dewam dike.
Bûyereke din a balkêş û stratejîk jî êrîşa Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi navê xwe yê naskirî El Qaîdeya Sûriyeyê El Nûsra yan jî rêxistina Cebhed ul Nûsra ya bi serkêşiya Mûhammed Colanî ya li ser bajarê Helebê û rewşa nû û krîtîk a pê re li Sûriyeyê rû da.
Her kes pê zane ku 'Îslama siyasî û fundamental' razemeniyeke Îngilîz e. Li ser bingeha Projeya Kembera Kesk a bi rengê 'Îslama Siyasî' li dijî Sowyetan li Efganistan, Komara Tirkiyeyê û Pakistanê El Qaîde hate avakirin, ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê ve hate xwedîkirin û mezinkirin, piştî belavbûna Sowyetan vê tevgerê nav û şêweyê xwe guherand û hebûna bi rê û rêbazekê dewam kir. HTŞ jî weke qonaxa dawî ya vê pêvajoyê, weke hêmaneke radîkal a xeta Îhvani Muslîm li herêma Idlibê ya Sûriyeyê di bin sîwana dewleta Tirk de weke emîrtiyeke Îslamî ya biçûk hate birêxistinkirin. Bi destê dewleta Tirkiyeyê Idlib û herêmên mucawir veguherî Efganistaneke biçûk. Dewleta Tirk li gel van koman her wiha herêmên Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablûs, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, komên xwe yên terorîst qaşo bi navê 'Artêşa Sûriyeyê ya Azad' li van herêman bi cih kir û li dijî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi şerekî qirkirinê yê bê eman kir. Hem dewleta Tirk bi xwe hem jî bi destê van komên terorîst ji sala 2018'an û vir ve êrîşeke qirkirinê tê kirin û ji bo jiholêrakirina qadên jiyanê bi her cûre teknolojiya şer bê sînor êrîş tê kirin.
Di demekê de ku dewleta Tirk amadekariya êrîşeke qirkirinê ya berfireh li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir, 27'ê Mijdarê HTŞ'ê li ser Helebê dest bi êrîşeke berfireh kir, di heman demê de komên OSO jî êrîşî xeta Şehba-Til Rifatê kir. HTŞ piştî ku artêşa Esad bêyî li ber xwe bide Heleb teslîm kir, berê xwe da bajarên Hama û Hûmsê, çeteyên OSO yên bi destûra dewleta Tirk tevdigerin jî li ser herêmên Şehba, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Minbicê dest bi êrîşên giran kirin. Nabe ku ev êrîş ji rêzê û lokal bêne nirxandin. Sûriye û Rojava ji bo Kurdan xeta xor e û di her şert û mercî de divê bê parastin, berdêla xwe çi dibe bila bibe. Lewma pêvajoya destpê kiriye bi qasî 'Bihara Ereb' a ku sala 2010'an li Tûnisê destpê kir girîng e û jiyanî ye. Pêngava HTŞ'ê gelekî stratejîk e û armanc ji vê yekê tasfiyekirina rêveberiya Esad jî be bi esasî tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, tinekirina destketiyên Kurdan e û ev yek teqez ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP a faşîst a dewleta tirk ve hatiye plankirin û tê meşandin.
Bêguman hem Îran, Rûsya û hevparên wan hem jî DYE, Yekîtiya Ewropa û hevparên wan, wê vê pêvajoyê hem ji bo ebrjewendiyên xwe bi kar bînin û pozîsyona xwe diyar bikin, hem jî komên terorê wê vê pêvajoyê ji bo temamkirina armancên nîvcomayî yên DAÎŞ'ê bi kar bînin. Çawa ku şerê li dijî DAÎŞ'ê û pêvajo bi kêrî gelên Rojava hat û veguherî şoreşeke mezin, heman rewş jî dikare bibe wesîleya şoreşeke mezin û destketiyan. Di heman demê de rewş gelekî cidî ye, metirsî jî mezin e. Eger helwesteke rast û berxwedaneke bi bandor neyê nîşandan dibe ku nirxên şoreşê yên bi berdêlên mezin hatin afirandin bi êrîşên faşîstan ên dewleta Tirk ji holê rabin.
Parastina van nirxan bêguman wezîfeya sereke û bingehîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava ye. Lê belê ji bo gelê me yê li Kurdistanê û bi taybetî jî li Ewropayê wezîfeya herî sereke ye. Di serî de ciwanên Kurdistanê gelê me yê li her parçeyî divê biherikin nava berxwedana Rojava û bi rola xwe rabin.
Lîstika tê lîstin ji rêzê nîne. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Rêber Abdullah Ocalan ji zemîna Sûriyeyê bi komployekê hate derxistin û hate xwestin, tevger û gel bê tasfiyekirin. Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd li hemberî vê komployê Şoreşa Rojava ya mezin û dîrokî afirand û bi bihara gelan bersiv dan. Niha jî tê xwestin, şoreş û nirxên şoreşê, Sîstema Xwerêveberiya Demokratîk a ku bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan hatin afirandin, tê xwestin, ji aliyê komplogeran ve têne tasfiyekirin û qirkirina Kurdan a nîvcomayî bê temamkirin. Li hemberî vê yekê divê her Kurdek û dostên Kurdan li dijî pêvajoya qirkirinê bi ruhê seferberiyê bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe.
Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye!
Parastina Rojava parastina azadiya jinê ye!
Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye!