YJK-S’ê banga tevlîbûna meşa Baselê kir

YJK-S’ê diyar kir ku ew li hemû bajarên Swîsreyê bi çalakiyên cuda azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diqîrin û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku tevlî meşa mezin a Baselê bibin ku wê 12’ê Cotmehê bê lidarxistin.

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku bi rojan in li gelek bajarên Swîsreyê standa agahdarkirinê vedike û pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ji gel re vedibeje, daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya YJK-S’ê bi vî rengî ye: “Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo 26 sal li pey xwe hişt. Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Apo hat kirin, ji bo fêhmkirina bûyerên ku îro li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diqewimin dîrokekî pir girîng e. Hêzên emperyalîst û têkiliyên kûr ên li Tirkiyeyê, bi komploya li ser Rêber Apo kûrkirina pevçûnên di navbera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn armanc kiriye. Bi vê komloyê re ne tenê gelê Kurd destwerdanê li ser çarenûsa Rojhilata Navîn û pêşeroja gelên herêmê kirine. Yek ji sedemên bingehîn ên vê komployê ew e ku paradîgmaya Rêbertî alternatîf pêşkêşî hemû gelan bi taybet ji bo jinan dike û neteweya demokratîk jiyanî dike.

Di vê pêvajoya ku em dikevin salvegera Komploya Navneteweyî de, di heman demê de tecrîda li ser Rêbertiya me sala xwe ya 4’an diqedîne. Rêber Apo ku 26 sal in berxwedanekî muezem dimeşîne, bi sekna xwe komployê vala derxist. Em jî weke YJK-S’ê hêrsa xwe ya li dijî pêkanînên nemirovî yên li dijî Rêbertiya xwe li her derê raber bikin, çalakî û rêxistinbûna xwe hê mezintir bikin û bibin parçeyek ji vê berxwedanê. Biryardariya me ya mezinkirina berxwedanê ji her demê zêdetir e.

Em di çarçoveya kampanyaya “Tîrêjên Rojê” li hemû bajarên Swîsreyê bi çalakiyên mitîng, panel, pêşangeha wêne û konvedanê azadiya Rêbertiya xwe diqîrin. Em hewl didin paradîgmaya Rêber Apo bigihînin hemû jin û gelan. Em bang li gelê Kurd, dostên wan, aliyên demokratîk û bi taybet jinan dikin ku xurttir xwedî Pêngava Azadiyê derkevin, têkoşînê mezin bikin û tevlî meşa mezin a Rêbertiyê bibin ku wê 12’ê Cotmehê di saet 12:00’an de li Baselê bê lidarxistin. Em bang li her kesî dikin ku cihê xwe di meşa ku wê 12’ê Cotmehê li Parka De Wette estpê bike, bigirin.”