YJA Star: Meşa li ser xeta Zîlan pîvana şer û serkeftinê ye!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê şehîd Zîlan bi bîr anî û got: “Weke hêzên YJA Starê pîvanên sereke yên şer û jiyana me, meşa li ser xeta Zîlanan e. Weke Zîlan jiyîn, weke Zîlan têkoşînkirin û çalakîkirin rêgeza me ya bingehîne.”

SALVEGERA ŞEHADETA ZÎLANÊ

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi boneya 28’emîn salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyanî da û got ku fermandar Zîlan bi eşqa jiyana azad û ji bo xwe gihandina heqîqeta gerdûnî, canê xwe kir bombeyeke zindî û di nava keleh, birc, koşk û qonaxên mêtingerî û zordestiyê de teqand.

Daxuyaniya YJA Starê wiha ye:

“Em 28’emîn salvegera fermandara fedayî ya ku bi fedakirina canê xwe, nîrê zilmê şikand bi minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê hevrê Zîlan de em tevahî şehîdên ku di oxira jiyana azad de gihiştin bê miriniyê û ji bo gelên azadîxwaz derfetên jiyaneke azad avakirin bi rêzdarî bi bîrtînin. Her wiha fermandarên ku li ser xeta Zîlanan meşiyan û destanên qehremaniyê afirandin di şexsê hevrê Leyla Sorxwîn, Rojbîn Dersim, Axîn Mûş Gabar, Hêjar Zozan û fermandarên ku di vê mehê de ev ast gihandin lutkeyê hevrê Axîn Gabar û Bêrîtan Nûrheq Çiya bi rêzdarît bi bîr tînin. Cardin fedayiyên ku xeta serkeftina vî şerî dan diyarkirin û nîşan dan ku fedayîbûna Zîlanan li her derê ye, di şexsê xwedawendên serdemê hevrê Sara û Rûkenan de, heman demê di şexsê cangoriyên azadiyê û fetihkarên dîrokê hevrê Rojhat û Erdalan de, em tevahî şehîdên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Soza xwedîderketina li doza wan û pêkanîna hedef û armancên wan careke din dubare dikin.

BI EŞQA JIYANA AZAD XWE GIHAND HEQÎQETÊ

Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe ve tenê nebû şehîdeke gelê Kurdistanê, ew bû xet, bû pîvanê jiyana azad û bû manifestoya têkoşîna mirovahiyê. Wê bi fedakirina canê xwe, nîşanî tevahî mirovahiyê da ku hilmên azadiyê çawa tên kişandin. Ji dijmin re jî nîşan da ku ger lep û pencên dagirkeriyê nêzî nirxên me bibin, em ê ne tenê wan pencan jê bikin, em ê heya nava dilê wî gewdeyê dirinde biçin û wî tune bikin. Fermandar Zîlan bi eşqa jiyana azad û ji bo xwe gihandina heqîqeta gerdûnî, canê xwe kir bombeyeke zindî û di nava keleh, birc, koşk û qonaxên mêtingerî û zordestiyê de teqand. Bi wê ve abîdeyeke nû bi tîpên zêrîn li ser kevala dîroka welatê xwe neqişand. Bi sekna xwe ve nîşan da ku mîrateyên ji xwedawend Star, Nînhursag û Înanayan ve hatine, tune nebûne û binax nebûne. Lewre ji bo peyitandina vê rastiyê li ser şopa xwedawendên ku ji bo civaka xwe xwe feda kirine û têkoşîn kirine, bi derketina xwe ya dîrokî ve naveke din li ser navên xwedawendan zêdekir. Bi hilweşandina tevahî kirêtiyên dîroka zordariyê ve Zîlan bû xwedawendeke Kurdistanî.

ŞAGIRTIN RÊBER APO HIŞYAR IN

Fermandar Zîlan evîndareke jiyanê bû û îdiaya wê ya jiyana azad pir mezin bû, lewre ancax mirovên ku xwedî îdiayên wisa bi hêz dikarin çalakiyên mezin bikin. Ji ber ku mirovên mezin jî her dem barên wan giranin, hevrê Zîlan jî berpirsyariya rakirina wî barî girt ser milên xwe. Wê li şûna jiyaneke bê şeref bêmiriniyeke bi şeref tercîh kir. Bi çalakiya xwe ve bû vejîna jina Kurd. Di şertên herî dijwar, xeternak û metirsîdar de Zîlan derketinek nû kir. Li hember komployên li ser Rêberê mirovahiyê Rêber Apo, bi çalakiya xwe ve nîşan da ku şagirtên Rêber Apo hişyarin, neketine xewa giran û tu carî bê bersiv namînin. Lewma Rêber Apo jî çalakiya wê ya mezin bi avakirina rêxistinbûna jin ve pêşwazî kir û diyar kir ku evîna rast û jiyana rast tenê û tenê bi şêwazê Zîlan ve pêkan dibe.

RUHÊ ZÎLANAN LI HER DERÊ BELAV BÛ

Li ser vê mîrateya 28 salan partî, rêxistin û artêşa jina azad bê rawestan dimeşe. Me bi Zîlanbûyînê ve xeta fermandariya jin û pîvanên jiyanê xêz kir. Lewma di dirêjahiya 28 salan de bi dehan Zîlanên ku ev mîras dewr girtin derketin û di kêliyên herî zehmet de bi avakariyek mezin ve vekirinên dîrokî pêk anîn. Êdî mohra ku Zîlan di sala 1996’an de li dîrokê da bû, rojane ew mohr bi navên cuda lê bi ruhê Zîlanan ve li her derê belav bû. Ev mohr heya roja me ya îro bi hemû zindîbûna xwe ve di tunelên berxwedaniyê de, li lutkeyên çiyayên Bakurê Kurdistanê û li metropolên desthilatdaran ve ji aliye pêşengên xeta jiyana azad ve tê parastin. Li ser nirxên ku fermandara fedayî hevrê Zîlan afirandî, bi sedan nirx hatin zêde kirin û bi seknên jinên dilwêrek ve reseniya peyama Zîlanan hat parastin.

JINAN SOZA MEŞA LI SER XETA ZÎLAN DANE

Azweriya hevrê Zîlan ya azadiyê hişt ku bikeve nava agirê rastiyê, xwe bike xwelî û ji nû ve ji wê xweliyê vejîna jina azad bafirîne. Ev sotîneriya rastî û heqîqeta wê ji şopdarên wê re bû ronahiya rêya têkoşînê. Bi dehan fermandar û pêşeng çavên xwe bi xweliya azadiya Zîlan ve kil kirin û êdî ji bilî serkeftinê tu tişt li pêş çavên xwe nedîtin. Wan her dem ala YJA Starê li ezmanê welatê xwe bi ruhê serfiraziyê li ba kirin. Xeta Zîlan xeta teslîm nebûyîn û serî netewandinê ye. Lewre roja îro bi sedan jinên ku soza meşa li ser xeta Zîlanan dane, bêyî ku dudiliyekê bijîn heya nefesa xwe ya dawiyê têdikoşin û ji bo nekevin destên dijmin bombeyên xwe di xwe de diteqînin. Bi vê yekê re soza ku ji Rêber, gel û fermandara xwe Zîlan re dane, bi awayekî herî rasteqîn jiyanî dikin û şênber dikin. Têkoşîn û şerê ku Zîlan bi tena xwe bi rêxistin kir, nîşan da ku milîtanên Apoyî û bi taybet jî jinên azad ji bo parastina nirxên mirovahiyê di kêliyên herî zor de dikarin rola artêşekê bilîzin. Her wiha nîşan da ku ev çalakî tenê destpêkeke bê dawiye. Lewre rêze çalakî û derketinên ku di dumahiya wê çalakiyê de pêşketin, her yek ji wan bû xwedî wê peyamê ku em berdewamiyên Zîlanan e lê em ne yên dawî ne.

JIN JIYAN AZADÎ BI ÇALAKIYA ZÎLAN ZINDÎ BÛ

Xwedawend Zîlan bi herikandina hezkirina xwe ve dilê tevahî azadîxwazan rapêça û li hember zihniyeta desthilatdariyê ve jî bû tûfana ku tu wextê aram nabe ye. Lewma roja îro bilindbûna dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku misogerkirina şoreşa demokrasiyê ye, bersiveke ji ked û têkoşîna Zîlanan re ye. Ev dirûşme bi çalakiya Zîlan ve zindî bû, bi pêşengtiya şopdarên wê ve jî heya roja me ya îro bi rengekî newaze ve meşiya û li her derê dinyayê belav bû. Jinên ku çarikên koletiyê qetandin û zilma sedsalan red kirin bi gotina ‘Jin, Jiyan Azadî’ ve careke din ruhê Zîlanan di şexsê xwe de vejandin. Ji ber Zîlan bi xwe gotibû ku, ‘Ez dixwazim bibim vejîna jina Kurd’. Lê îro ew xeyalên Zîlan hîn mezintir pêk tên, ji ber di encamên jiyan û têkoşîna di rêka wê de, roja îro Zîlan bûye vejîna tevahî jinên ku li azadiyê digerin.

HEVRÊ ZÎLAN FERMANDARA ARTÊŞEKE NEKEFTÎ YE

Weke hêzên YJA Starê jî, pîvanên sereke yên şer û jiyana me, meşa li ser xeta Zîlanan e. Weke Zîlan jiyîn, weke Zîlan têkoşînkirin û çalakîkirin rêgeza me ya bingehîne. Dema ku Rêber Apo got, ‘Evîna herî mezin bi Zîlan re tê jiyîn’ cardin ‘Ger ji bo me jiyan dê bi jinê re be, divê bi şêwazê Zîlan be’ esas ronahiya riya têkoşîna ku em li ser bimeşin nîşan da. Lewma em rojane rastiyên xwe bi rastiya Zîlan re hevrû dikin û li gorî wê rêça têkoşîna xwe diyar dikin. Hevrê Zîlan bû fermandara artêşeke nekeftî û nimûneyeke dîrokî. Lewma di bin fermandariya wê de ev 28 sal in hêzên YJA Starê bi ruhê fedayîtiya Zîlan ve şer û têkoşîn dikin. Bi mejiyê Zîlan ve rojane di kêliyan de derketinên dîrokî tên kirin û taktîkên afrîner tên pêşxistin. Em jî soza berdewamkirina vî ruh û mejiyê jiyana azad didin.

Çelengên mîna Sara û Rûkenan, egîdên mîna Rojhat û Erdalan careke din ruhê Zîlanan di pileya herî berz de zindî kirin û kirin xemla asoyên welatê me. Li ser esasê pêkanîna xeyalên wan û tevahî şehîdên doza azadiyê, em ê têkoşîna xwe di asteke lûtkeyî de bimeşînin. Bi îdia û biryardariya ku em ê her bihostek ji axa Kurdistanê ji faşîzmê re bikin goristan em ê jiyan û şer bikin. Bi rakirina tola bi sedan leheng û cangoriyên azadiyê ve em ê deynê xwe yê li beramber dîrokê bidin. Bi çalakiyên Zîlanwarî ve em ê xwe zêdetir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin. Lewma artêşa ku her dem di bin fermana Zîlan de dimeşe, wê bibe kabûsên şevên dagirkeran û tolê bistîne.

Weke Artêşa Jina Azad, em ê bi ruhê Zîlanan ve têkoşîna xwe xurt bikin û bibin hêzeke nekeftî. Bi pîvanên Zîlan ve em ê şerê xwebûnê bilind bikin û azadiyê misoger bikin. Lewra em careke din diyar dikin ku em ê bi xurtî xwedî li ked, jiyan, çalakî û têkoşîna fermandara xwe derbikevin. Li ser van bingehan em careke din di şexsê Xwedawenda Azadiyê de, tevahî şehîdên şoreşê û tevahî şehîdên ku pêşengtî ji xeta jina azad re kirin û di oxira jiyaneke bi rûmet de canên xwe fedakirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Li ser esasê layiqbûna ji wan re û pêkanîna xeyalên wan ên Kurdistan û rêbertiyeke azad, em careke din soza girêdanbûna bi armancên wan ve dubare dikin.”