Hejmara Tîrmehê ya kovara Newaya Jin hate weşandin

Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin hejmara xwe ya vê mehê ji Şoreşa Rojava re veqetand ku 12 sal li pey xwe hiştiye.

HEJMARA TÎRMEHÊ YA NEWAYA JIN

Di hejmara meha Tîrmehê ya rojnameyê de ku bi manşeta 'Şoreşa sereke ya serdemê' gihîşt ber destê xwendevanên xwe, ji xweparastinê heta bi sîstema civakî ya bi pêşengiya jinê cih da gelek mijaran.

Ji nivîskarên rojnameyê Rûşen Samsat fikrê ku bû çavkanî ji şoreşê re, serketina wî fikrî nirxand ku karakterê sedsala nû diyar kiriye.

ji fermandarên YPJ'ê Sarya Heleb bersiv da pirsên Newaya Jin û qalê kir bê qada parastinê piştî destpêkirina şoreşê çawa hate birêxistinkirin. Heleb destnîşan kir ku YPJ rêxistiniyeke misogeriya hebûna jinê ye û got, "Di sîstema konfederal a jinê de xweparastin beriya her tiştî meseleyeke îdeolojîk û felsefî ye. YPJ nasnameya wan jinan e ku li xwe digerin û xwe dibînin."

3 XWIŞKÊN EREB ÊN LI NAVA REFÊN YPJ'Ê

Jinên ji gelên Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen, Suryanî, Çerkes bi nasname, bawerî, rengê xwe yê çandî tevlî nava Şoreşa Rojava bûn û xwe nas kirin. Dîcle Demhat çîroka Semer Tabka ji bo Newaya Jin berhev kir. Semer ku dibêje 'Bi şoreşê re min xwe dît', du xwişkên wê jî li nava refên YPJ'ê ne.

JINOLOJÎ RÊ NÎŞAN DIDE

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya jî bal kişand ser rola karên Jinoelojiyê di veguherîna civakî ya li Rojava de. Zerya got, "Jineolojî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji çanda berxwedanê xwedî dike, di heman demê de şoreşa gelan û jinê jî xurt dike."

Guler Yildiz jî işaretê bi aliyê ekolojîk ê şoreşê dike.

ŞOREŞA DI NAVA ŞOREŞÊ DE

Di rûpelên Kurdî de jî endama Koordînasyona Kongra Star sîstema konfederal a jinê, karên avakirinê, şoreşa civakî radigihîne.

HÊVIYA JINÊN CÎHANÊ

Şervîn Nûdem bi gotinên Îvana Hoffmann, Anna Cambell, Alîna Sanchez, Elefterya Hambî, Sarah Handelmann û gelek ên mîna wan qalê kir bê jinên cîhanê bi çi rengî şoreşa Rojava weke hêviyê dibînin.

PIRSGIRÊKA NIFÛSÊ Û ZAYENDÎPERESTÎ

Di rûpela forûmê de gotarek ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate weşandin ku tê de qalê dike bê pirsgirêka nifûsê çawa dibe pirsgirêkeke sermayeyê û yekdestiya mêr.

Esra Çîftçî ku pirtûka wê ya bi navê 'Jinbûyîna li girtîgehê' hate weşandin, qala dîlgirtina jinê dike.

Li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bunyanê girtî Merge Polat jî ji bo Newaya Jin nivîsek bi sernavê 'Raperîna Bêdeng' amade kir.

BERXWEDANA COLEMÊRGÊ Û JINAN

Ji nivîskarên rojnameyê Roza Metîna li ser têkoşîna li dijî qeyûm û berxwedana Colemêrgê nivîsî. Roza Metîna kiryarên qeyûm ên li dijî jinê û civakê bi bîr xist û destnîşan kir ku Colemêrg li dijî kiryarên talanker mînakeke girîng a berxwedanê ye.

FESTÎVAL Û XWEGIHANDINA LI KOKA XWE

Muzîsyen Meral Alkan li ser festîvalên li Ewropayê nivîsî. Di nivîsa bi sernavê 'Mirov li ser zimanê xwe şîn dibe' Alkan got, 'Jinên Kurd xwe û xaka xwe baş nas dike, yên ku êrişî wan jî dike baş nas dike. Festîval êdî ji bo me hemûyan bûye qada têkoşînê. Têkoşîna li dijî wan hêzan e ku bi biviran hewl didin me ji koka me rakin."

LI SWÎSREYÊ RÊXISTINIYA JINÊN KURD

Yûrdûsev Ozsokmenler bi berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer re li ser asta rêxistinî, karên sereke yên têkoşînê û pirsgirêkên jinên Kurd axivî.

Sarîna Agirî li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê nivîsî.

PORTREYA NORA CORTÎNAS

Fîdan Yildirim portreya Nora Cortînas amade kir ku meha derbasbûyî jiyana xwe ji dest da, kesayetkee mînak a piştevaniya bi jinên Kurd re bû.

Di rûpelên Kurdî de jî Berjîn Têkoşer li ser çîroka jiyana ji qralîçeyên Misrê Tiye nivîsî.

Di rûpela bîranînê de jî Rûken Tolhildan qala Berçem Ûmût (Sûzan Dûman) kir ku bi çekên kîmyewî di 14'ê Mijdara 2023'an de hate qetilkirin.