Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewropayê banga hevgirtinê kir

Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewropayê (AKEE) ji ber koronavîrusê banga hevgirtinê kir.

Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewropayê (AKEE) ji ber koronavîrusê bi daxuyaniyeke nivîskî banga hevgirtinê kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Me AKEE biryar da ku em ji bo demekê giraniya xebatên xwe bidin ser derfetên alîkariyê û ji endamên xwe re bibin rêber. Di vê dema zehmet de divê em bibin stûna şîrketên endamên xwe.

Em ê endamên xwe derbarê pêşveçûna coronayê agahdar bikin û dema qanûnên aborî yên Elmanyayê were guhertin em ê endamên xwe serwext bikin. Em ê piştgiriyê bidin hemû endamên xwe û em ê li rêyên çareseriyê bigerin.

Wezareta Aboriyê ya hikumeta federal niha li ser pakêtekê xebatan dike da ku kara şîrketan biparêze. Heta ku ev krîz bi dawî bibe, em ê jî ji bo endamên xwe rêbereke nivîskî amade bikin.

Em serkeftinê ji hemû endamên xwe re dixwazin û hêvîdar in di demeke kurt de ev krîz bi dawî bibe.”