BI DÎMEN

Yekemîna ezmûna zanîngehê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Ez ê xizmetê ji şoreşê re bikim

Hêvî Mîrzo got, "Bi qedandina Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Rojava ez ê li ser xaka xwe xizmetê ji gel û şoreşê re bikim. Ez ê bidim ser şopa bavê xwe yê şehîd."

YEKEMÎNA EZMÛNÊ HÊVÎ MÎRZO

Hêvî Mîrzo jineke ciwan a ji Serêkaniyê ye. Dema ku 12 salî bû, bajarê Serêkaniyê yê ku lê ji dayik bû û mezin bû ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Hêvî Mîrzo ji mal û warê xwe bû, piştî dagirkeriyê li gel malbata xwe li Hesekê bi cih bû. Piştî ku perwerdeya xwe ya lîseyê li Hesekê qedand di ezmûnê zanîngehê de bû yekemîn û niha xwe amade dike ku li Zanîngeha Rojava dest bi perwerdeya Fakulteya Tipê ya ji bo 6 salan bike.

Hêvî Mîrzo li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û planên wê yên ji bo paşerojê axivî.

Hêvî Mîrzo got, "Li Serêkaniyê mala me hebû, zeviyên me hebûn. Jiyaneke me ya bedew hebû. Bi şoreşê re em azad bûbûn. Heta nîvê pola 9'an min li Serêkaniyê xwend. Têkiliyên min bi hevalên min ên li dibistanê re baş bûn. Bi cîranên xwe re em mîna xizmên hev bûn. Piştî dagirkeriyê her kes belav bûn. Neçar mam ku ji hevalên xwe, dibistana xwe, mala xwe dûr bikevim. Dema ku me koçî Hesekê kir ez mîna xerîbekê bûm, min kesek nas nedikir.

Mîna ku dest bi jiyaneke nû kiribe ez şok bûm. Min li Hesekê jinûve dest bi xwendina pola 9'emîn kir. Em neçar diman ku timî malê biguherînin, ji ber vê jî neçar mam ku sê caran dibistanê biguherînim. Gava hîn dibûm, em careke din li serî vedigeriyan. Dibistana nû, mamosteyên nû, hevalên nû, mal û cîranên nû. Dagirkeriyê gelekî bandor li min kiribû. Min bêriya jiyana li Serêkaniyê dikir lê belê li hemberî dagirkeriyê min timî hewl da ku dibistanê biqedînim, serketî bim."

XWENDINA BI ŞOREŞÊ RE DESTPÊ KIR

Hêvî Mîrzo ku bi Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê re dest bi xwendinê kir, yek ji wan jinan e ku bi şoreşê mezin bûye. Bi saya şoreşê bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî dest bi xwendinê kir û dewam dike. Hêvî Mîrzo ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibîne, di asta yekemîn de li zanîngeha şoreşê bi cih bû. Hêvî Mîrzo qala xwendina xwe kir ku bi şoreşê re destpê kir:

"Bi şoreşê re min dest bi xwendinê kir, jineke ciwan im ku bi şoreşê re mezin bûm. Şens û firsendeke mezin e ku bi zimanê xwe yê dayikê bi rengekî azad dixwînim. Bi malbata xwe re li malê em bi Kurdî diaxivîn. Eger neçar bimam ku li malê bi Kurdî biaxivim lê li dibistanê bi Erebî biaxivim, gelo ez ê ewqasî serketî bibûma? Bi heman rengî zarokek Ereb dema li malê bi Erebî diaxive û li dibistanê bi Kurdî perwerdeyê bibîne, wê serketî bibe gelo? Ji ber vê yekê gelekî kêfxweş, serbilind im ku bi saya Şoreşa Rojava min firsend dît ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werbigirim.

Gelek kesan gotibûn, 'Tu yeka jîr û serketî ye. Tu çima bi Kurdî dixwîne lê ne bi Erebî?'. Lê belê min guh neda vê yekê û rast nedît. Weke jineke Kurd a ciwan min baweriya xwe bi pêwîstiya jiyan û perwerdeya bi zimanê dayikê anî û di vê mijarê de bi israr têkoşiyam. Ji be vê jî di ezmûnên zanîngehê de bûm yekemîn û min qeyda xwe li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Rojava çêkir. Dixwazim bi Kurdî bixwînim û bijîm. Zanim ku ji bo li Zanîngeha Rojava mohra xwe biavêjim binê serketinên hîn mezin divê hîn bêhtir bixebitim. Zanîngeha me ya ku bi şoreşê re ava bû gavên girîng avêt; divê em van gavan hîn mezin bikin."

XEYALA BAVÊ WÊ YÊ ŞEHÎD BÛ

Bavê Hêvî Mîrzo Mihemed Salih Mîrzo sala 2014'an di encama êrîşeke çeteyan de ku li hemberî wesayita wî êrîşa bombeyî kirin, şehîd bû. Sedema herî girîng a daxwaza Hêvî Mîrzo ya ji bo xwendina tipê jî gotina bavê wê bû ku jê re digot, 'Tu yê doktoriyê bixwîne, bibe doktoreke mezin'. Hêvî Mîrzo ji bo xeyalê bavê xwe yê şehîd pêk bîne bi rê ket.

Hêvî Mîrzo got, "Bavê min gelekî dixwest ku bibim doktor û ev daxwaza xwe timî dianî ziman. Roja ku şehîd bikeve seteke tenduristiyê ya lîstokê ji min re kirbîbû. Min gelekî dixwest ku roja bibim doktor bibîne, lê nebû. Daxwaza dayika min jî bi heman rengî bû. Dayika min Meha Hesen weke hevsera şehîdekî xwedî li 5 zarokên xwe derket. Ji bo vê şoreşê em gihand û mezin kir, da ser şopa hevserê xwe."

WÊ WEKE DOKTOR XIZMETÊ JI ŞOREŞÊ RE BIKE

Hêvî Mîrzo bal kişand ser girîngiya doktor a vê pêvajoyê û got, "Xeyala min bû ku tipê bixwînim, lê belê bi şoreşê re min şahidî ji ji pêvajoyê re kir. Lewma jî pê hesiyam ku divê tipê bixwînim. Pêwîstiya vê şoreşê bi doktoran heye. Ji bo xizmetê ji şoreşê re bikim, ji bo şoreşê mezin bikim dixwazim Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Rojava biqedînim, li xaka xwe xizmetê ji gel û şoreşê re bikim. Ez ê bidim ser şopa bavê xwe yê şehîd."

Hêvî Mîrzo di ezmûna zanîngehê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bû yekemîn. Di beşa zanistî de xwendekarên ketin rêza 15'an bi vî rengî ne:

1-Hêvî Mîrzo

2-Zekeriya Hesen

3-Saya El Fetah

4-Şeyda Baco

5-Lîlaz Heme

6-Meyada Mehmûd

7-Sulaf Mihemed

8-Beyan Hemze

9-Rosêl Îsa

10-Berfîn Merhem

11-Elai Eldîn Hinkî

12-Roza Izo

13-Hîsên Îbrahîm

14-Ahîn Hisên

15-Munzir Hesen