Li Şerîda Xezeyê 26 kesên din hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ku li Şerîda Xezeyê desthilatdar e, diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha 41 hezar û 252 kes hatine kuştin.

Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de li xaka Fîlîstînê 41 hezar û 252 kes hatin kuştin.

Hate ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 26 kes hatin kuştin. Ji destpêka şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 95 hezar û 497 kes birîndar bûn.