Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

Ya ku wê li pey xwe hişt ne tenê rabirdûyeke şoreşgerî bû; wê mîrateyeke wêrekiyê li pey xwe hişt ku ber bi paşerojê ve dimeşe. Dûrî gelê xwe, ji bo têkoşîna gelekî din dilê wê lê da. Ev jiyan pênaseya herî şênber û radîkal a 'piştevaniyê' ye.

LÊGERÎN ÇIYA

Hin jiyan hene ku ne tenê dijîn; her wiha bi xumxumî diherikin û li nava erdnîgariyan deng vedidin, dibin xeta berxwedanê. Alina Sanchez, yan jî bi navê ku pê tê naskirin Lêgerîn Çiya navê jiyaneke bi vî rengî ye. Pirtûka bi navê Lêgerîn – A Quest for Freedom dide ser şopa vê jiyana awarte ku ku ji Latîn Emerîkayê bi rê dikeve û xwe digihîne Rojhilata Navîn, ji armancên Pan-Emerîkayê xwe digihîne çiyayên azad ên Kurdistanê. Pirtûk ne tenê biyografiyek e; di heman demê de manîfestoyeke azadiyê ye ku li wateya raperînekê, şoreşekê û mirovbûyînê dipirse.

Alina li Patagonya Arjantînê ji dayik bû û hîn di ciwantiya xwe de bi raperîneke navxweyî ya li dijî bêedaletiyê mezin bû. Ji bo perwerdeya tipê werbigire çû Kubayê. Doktorî ne tenê ji bo başkirina bedena mirovan dît, doktorî li ber çavê wê karekî ji bo başkirina birînên civakî bû. Lê belê feraseta wê ya 'başkirinê' ji korîdorên nexweşxaneyên nûjen û sînorên sîstemê gelekî mezintir bû. Dilê wê guh da qîrînên bêdeng ên cîhanê. Qalibên şexsî yên modernîteya kapîtalîst red kir û berê xwe da çiyayên ji jiyana kolektîf. Lêgerîn di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de ne tenê mêvanek bû; ew bû pêşeng, bû hevrê, bû sembol.

Û rojekê berê xwe da Rojava. Li gel şoreşgerên jin ên Kurd ên li wê derê nas kir, di nava şer de jiyan parast, bi navê azadiyê bû çeperek. Lewma belasebep navê 'Lêgerîn' li xwe nekir. Ev nav ne tenê nasnameyeke nû bû, her wiha şêweyekî hebûnê bû. Ew êdî ne tenê kesek bû; ew navê heqîqetê, wekheviyê, aştiyê û azadiya jinê bû.

Pirtûk qala jiyana Lêgerîn dike, lê di heman demê de mirovên pirtûkê dixwînin jî rûbirûyê rastiya xwe dike. Em li kîjan erdnîgariyê ji dayik bibin jî gelo em çiqasî dikarin bêedaletiyê ji nedîtî ve bên? Gelo şoreş tenê teoriyeke polîtîk e, yan jî şêweyekî jiyanê ye ku divê her roj jinûve bê avakirin?

Ev berheman ku ji aliyê Benedetta Argentieri ve hate berhevkirin, ne tenê portreya şoreşgerekê ye; dengvedana rûmeta mirovahiyê li erdnîgariyan e. Çîroka Lêgerîn dema ku bi kûrahiya îdeolojîk a tevgera jinên Kurd re dibe yek, hingî rewşeke xurt a hestewarî û entelektuelî derdikeve holê. Di rûpelên pirtûkê de li hemberî çîrokên ezeztiyê yên modernîteya kapîtalîst, pratîka jiyana alternatîf a hevparbûyîna azad bi şênberî tê nîşandan.

Ev kûrahiya pratîkî radixe pêş çavan ku Lêgerîn ne tenê fîgureke fikrî ye; wê bi bedena xwe, bi keda xwe û bi jiyana xwe di nava armancên xwe de xwe helandiye.

Û 17'ê Adara 2018'an dema ku li Rojava di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da ne tenê bîranînên xwe li pey xwe hişt; her wiha gotinek, hêviyek û berxwedanek li pey xwe hişt. Navê Lêgerîn êdî ne tenê li Kurdistanê, di helbestên Latîn Emerîkayê de, di nava xewn û xeyalên azadiyê yên li çar aliyên cîhanê de dijî.

Ji ber ku jiyana wê ne tenê temenek bû; veguherî fikrekî ku mirovan bi hêviyê xwe lê girtin.

Û niha çîroka Lêgerîn ne li pirtûkê, lê li hişê kolektîf ê mirovahiyê hate nivîsandin.

Ya ku wê li pey xwe hişt ne tenê rabirdûyeke şoreşgerî bû; wê mîrateyeke wêrekiyê li pey xwe hişt ku ber bi paşerojê ve dimeşe. Dûrî gelê xwe, ji bo têkoşîna gelekî din dilê wê lê da. Ev jiyan pênaseya herî şênber û radîkal a 'piştevaniyê' ye. Ji ber ku Lêgerîn bi zimanê gerdûnî yê azadiyê diaxivî; ji sînor, ziman û çandan derbas bû...

Ev pirtûk bi qasî vegotina jiyanekê, ji bo bihîstina heqîqeta wê jiyanê ye.

Û ew heqîqet hîn jî bang li me dike.

Pirtûka Lêgerîn – A Quest for Freedom ji navnîşanên meyman.org û pirtukxane.net dikare bê peydakirin.