BI DÎMEN

Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

13'emîn Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler wê roja Şemiyê li herêma Schlieren a Kantona Zurihê bê lidarxistin. Endamên TCŞ’ê û berxwedêrên Nobeta Azadiyê jî ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kirin.

Îsal wê 13'emîn Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler 31'ê Gulanê roja Şemiyê saet di 15.00'an de li herêma Schlieren a girêdayî Kantona Zurîh a Swîsreyê pêk were.


Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û aktîvîstên Nobeta Azadiyê yên ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kirin.
 
Endamên TCŞ'ê, dan xuyakirin ku ew bi dirûşma 'Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve' derketine rê û gotin, "Em hemû ciwanên Kurdistanî û dostên xwe yên Swîsreyî vedixwînin Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler a 13’emîn. Wezîfeya me ya herî bingehîn parastina ziman û çanda me ye.”
 
Çalakgerên Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê jî gotin, “Îsal em hemû Kurdistanî û ciwanên xwe vedixwînin 13'emîn Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler a ku li Zurîhê bê lidarxistin. Ciwan pêşengên me ne, ji ber vê yekê werin em vê festîvalê bi hev re bi coş pîroz bikin.”