Welatparêzê ji Konyayê Aydîlek rehmet kir
Welatparêzê ji Konyayê Mûstefa Aydîlek ê li sirûgûnê dijiya, rehmet kir.
Welatparêzê ji Konyayê Mûstefa Aydîlek ê li sirûgûnê dijiya, rehmet kir.
Welatparêzê Kurd Mûstefa Aydîlek ê sala 1960’î li navçeya Kûlû ya Konyayê hate dinê, li Danîmarkayê rehmet kir.
Aydîlek ê ji ber zextan neçar ma ku li sirgûnê bijî, sala 1978’an li Danîmarkayê berpirsê DDKD ê Konyayê bû. Aydîlek ê li Danîmarka û Elmanayê têkoşîn kir ji sala 1984’an û vir ve li Danîmarkayê bi aktîf kar dikir.
Mûstefa Aydîlek bi girêdanbûna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dihate nasîn.