BI DÎMEN

HPG-NRÇ: Ew ê her tim di dilê gelê me de bijîn

HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir û got, “Hevrêyên me her tim wê dilê hevrêyên xwe û gelê me de bijîn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev agahî parve kirin:

“Em hevrêyên xwe Viyan, Ronahî, Akîf, Bêrîvan û Çiya yên ku sala 2018’an li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me Viyan, Ronahî, Akîf, Bêrîvan û Çiya di sala 2018’an de ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê êrîş dikir, bi îradeyeke xurt şerekî dîrokî meşandin û bersiva êrîşên dijmin dan. Bi têkoşîna xwe nirxên ku wê timî zindî bin, diyarî gelê me kirin. Hevrêyên me yên hêja bi ked, hewldan û fedakariyeke mezin şerê azadiyê meşandin û ev yek îro ji bo gelê me deriyê azadiyê vedike. Hevrêyên me Viyan, Ronahî, Akîf, Bêrîvan û Çiya tevî derfetên kêm jî bi afirênerî û taktîka dewlemend, berxwedaneke bêhempa pêş xistin. Bingehê îro yê tarzê profesyonel ê gerîlayên azadiyê ava kirin. Di vî warî de hevrêyên me hem mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend hem jî ruhê fedayîtiyê dewrî me kirin. Ew ê her tim di dilê hevrêyên xwe û gelê me de bijîn.

Bi van hestan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Viyan, Ronahî, Akîf, Bêrîvan û Çiya, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe li Kurdistana azad bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Viyan Êrîş

Nav û Paşnav: Halîme Akboga

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Remziye – Alî

Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Ronahî Zîlan

Nav û Paşnav: Rûken Kaplan

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Gulçîmen – Behrem

Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Akîf Yilmaz

Nav û Paşnav: Şahîn Recaî

Cihê Jidayikbûnê: Maku

Navê Dayik – Bav: Xanim – Musa

Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Bêrîvan Gever

Nav û Paşnav: Rena Atîlla

Cihê Jidayikbûnê: Gever

Navê Dayik – Bav: Nesîbe – Enver

Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Çiya Erîwan Rûbar

Nav û Paşnav: Hasret Bîlgî

Cihê Jidayikbûnê: Tekîrdag

Navê Dayik – Bav: Zelîha – Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

VIYAN ÊRÎŞ

Hevrêya me Viyan di nava malbateke welatparêz de li Colemêrgê ku ji salên destpêkê yên têkoşîna me ya azadiyê û vir ve bi baweriyeke xurt xwedî li Tevgera Apoyî derketiye, hate dinê. Malbata hevrêya me Viyan bi dehan salan di bin pencê zext, gef û qirkirinê de bi rengekî herî sade çand û kevneşopiyên xwe yên Kurdî jiyan kir, lewma ew jî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Her çendî ku demekê li dibistanên dewleta Tirk xwendibe jî, kesayeta xwe ya xwezayî ya Kurd parast. Ji ber ku di salên 1990’î de ji xizmên wê yên nêz tevlîbûna nava refên gerîla û şehadet çêbûn û ji ber ku herêma Colemêrgê qada girîng a xebatên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye, hîna di temenê zarokatiyê de têkoşîna me nas kir. Guhdarî çîrokên lehengiyê yên gerîla kir û mezin bû, lewma sempatiyeke mezin li hemberî gerîlayan hîs kir. Lewma her tim xeyal kir ku dema mezin bû bibe gerîla. Hevrêya me Viyan gerîla weke rizgarvanê gelê me dît, girêdayî vê armanca xwe ma û li benda wê kêliyê ma ku tevlî bibe. Hevrêya me di demên ciwantiyê de li herêma ku lê ye di xebatên ciwanên şoreşger de cih girt. Di vê pêvajoyê de derfet dît ku rastiya têkoşîna me hîn zêdetir nas bike û fêm bike. Lewma mereqa hevrêya me ya ji bo gerîlatiyê hîn zêdetir bû, roj bi roj têkoşîna xwe mezin kir û fikirî ku wê hîn zûtir bigihije armanca xwe. Hevrêya me ji ber herêma ku lê dijî, rastiya dijmin hîn nêztir nas kir û dît. Ji berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê ya li dijî dijmin hêz û moraleke mezin girt û li dijî êşkence û zextên giran ên dijmin ên li hemberî gelê me bû xwedî hêrseke kûr. Hevrêya me Viyan ev hestên xwe kir sedemê esas ê têkoşîna xwe, tevlî nava refên gerîla bû û fikirî ku divê demildest ji bo azadiya gelê me berpirsyarî bigire ser xwe. Hevrêya me li ser vê esasê ket nava lêgerînan, di sala 2013’an de vegeriya çiyayên ku ne biyaniyê wan bû û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Viyan ji bedewiyên xwezayî yên herêma Avaşîn ku perwerdeya şervanên nû li wir dît û ji jiyana bêhempa ya gerîla bandor bû, kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna xwe ya bêteredut û bêtirs nîşan da. Hevrêya me bi kesayeta xwe ya bi coş û kelecan, kir ku hevrêyên wê jî fêrî şert û mercên çiyê bibin. Îdîaya xwe ya pêşengtiyê her roja borî hîn mezintir kir. Hevrêya me Viyan bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrube. Hinek din jî li herêma Avaşînê tevlî xebatan bû. Piştî di warê gerîlatiyê de tecrubeyên girîng bi dest xist, ji bo li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hemberî gelê me bisekine xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar. Hevrêya me Viyan di salên 2015-2016’an de ku têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di lûtkeyê de bû, li hemberî çeteyan şer kir û bi cesaret û fedakariya xwe derket pêş. Li dijî çeteyên ku gelek artêşên dewletan nekarîn li hember li ber xwe bidin, weke milîtanek Apoyî ya jin bi hêza ku ji baweriya xwe ya ji azadiya gelê me digire bêrawestan têkoşiya û şer kir. Bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakar û bêteredut a di vê pêvajoyê de, ji hevrêyên xwe re jî bû çavkaniya hêzê. Di vê pêvajoyê de ku çeteyên DAÎŞ’ê darbeyên mezin xwar, hesreta xwe ya ji bo çiyayan her tim anî ziman. Hevrêya me Viyan piştî ku wezîfeyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî, car din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Viyan di pêvajoyeke welê de ku êrîşên dijmin li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn, xwest tecrubeyên xwe yên ji şer qezenc kirî li dijî êrîşên artêşa Tirk derbasî pratîkê bike. Di çeperên herî pêş de cih girt. Li vir tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re jî parve kir û ji bo pêşketina hemû hevrêyên xwe tevkariyên girîng pêşkêş kir. Hevrêya me di serî de xeta azadiyê ya jinê, xwest di warê îdeolojîk de kûr bibe û bi vî rengî wezîfeyên xwe yên demê bêkêmahî bi cih bîne. Li akademiya jina azad, tevlî perwerdeyan bû. Hevrêya me li vir li aliyekê xwe perwerde kir, li aliyê din jî di çarçoveya dersên ku ji pêvajoya şer girtî de, ket nava muhasebeyeke kûr. Hevrêya me Viyan bi tevlîbûna xwe ya di pêvajoya şer de û bi sekna xwe ya xwedî îdîa, baweriya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Xwest car din derbasî herêmên ku şer lê dijwar bibe û wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih bîne. Bi taybetî hevrêya me li dijî zextên li ser Rêber Apo û gelê me bi hêrs bû û ev hêrs kir sedemê esas ê têkoşînê, bî îdîaya xwe ya serketinê aktîf tevlî têkoşînê bû. Hevrêya me li dijî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi enerjiyeke mezin şer kir, bi fedakarî û kesayeta xwe ya durist bû gerîlayeke mînak a YJA Starê.

Hevrêya me Viyan di meha Kanûnê ya sala 2018’an de di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Bi mîrateyeke têkoşîna dewlemend a li pey xwe hiştî û bi kesayeta xwe ya xwezayî, wê her tim ji aliyê hevrêyên xwe û gelê me ve were bîranîn.

RONAHÎ ZÎLAN

Hevrê Ronahî li navçeya Erdîşê ya Wanê bajarê berxwedan û serhildanê yê Serhedê di nava malbateke welatparêz de hat dinyayê. Hevrêya me Ronahî, bi saya nirxên civakî û çanda hawîrdor û malbata xwe ya ku tê de dijiya, tevî hemû zext û zehmetiyan, bi awayekî li gorî rastiya xwe mezin bû. Hevrêya me Ronahî,ya ku taybetmendiyên civakî yên xwezayî yên gelê Serhedê di kesayetiya xwe de nîşan da, demek kurt li dibistanên dewleta Tirk xwend û dû re dev jê berda. Hevrêya me dema ku fêm kir ku pergala perwerdehiyê ya li dibistanê ji çand, rastiya wê ya civakî û zimanê wê dûr e, nakokiyên wê yên ewil a li hemberî jiyanê dest pê kir. Hevrêya me ku hewl dida vê rewşa ku têkiliya xwe bi rastiya Kurdistanê re nîne fêm bike, bi demê re têgihêşt ku Kurdistan hatiye bindestkirin. Hevrêya me bi vî rengî rastiya dijmin fêm kir û her roja ku derbas dibû lêgerîn û lêpirsîna wê kûrtir dibûn. Hevrêya me li ser vê bingehê hem ji hawîrdora xwe û hem jî bi lêkolînên xwe, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ku li dijî vê pergala mêtînger û qirker şer dikir nas kir. Têkoşîna fedakar a gerîla ji bo azadiya gel, bandorek kûr li ser wê kir. Hevrê Ronahî, ku dixwest têkoşîna gerîla ji nêz ve nas bike, bi taybetî ji berxwedana gerîlayên jin ên li çiyayan bandor bû. Hevrêya me Ronahî bi demê re têgihişt ku jin bi zanebûneke mezin a welatparêziyê li dijî zîhniyeta serdestiya mêr berê xwe didin çiya û şer dikin. Hevrêya me her ku lêgerîna wê kûrtir dibû, hê bêhtir nêzî rastiya Rêber Apo dibû. Rastiya ku Rêber Apo bi felsefeya azadiyê li dijî zilm û koletiya li ser jinan derket, yekem tişt bû ku bala hevrê Ronahî kişand. Ji ber vê sedemê, wê lêgerîna xwe ya ji bo jineke azad di kesayetiya xwe de kûrtir kir û bawer kir ku ev yek li derveyî pergala serdestiya mêran mimkun e. Li ser vê bingehê, di sala 2013’yan de, di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Ronahî, ku jiyana xwe ya gerîla li herêma Tendûrekê ya Serhedê dest pê kir, li vir di demeke kûrt de tecrûbeya bingehîn bi dest xist. Hevrê Ronahî ji nêzîkatiyên jidil û nirx dayînê yên hevrêyên li herêma Tendûrekê gelek bandor bû û fêm kir ku çiqas biryareke rast daye. Vê pêvajo wekî pêvajoya herî watedar a jiyana xwe nirxand. Hevrêya me ya ku piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vir perwerdehiya bingehîn a şervanên nû dît. Hevrê Ronahî, ku xwe ji hêla leşkerî û îdeolojîk ve pêş xist, di dawiya perwerdeyê de wekî gerîlayek YJA Star a jêhatî dest bi pratîkê kir. Hevrêya me, ku li herêma Xakûrkê dest bi xebatên pratîkê yên destpêkê kir, bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar derket pêş. Bi beşdarbûna bi coş û kelecan di her xebatê de serketinên girîng bi dest xist. Di heman demê de, wê dixwest rêwîtiya xwe ya azadiyê bi kûrkirina lêhûrbûna xwe ya li ser felsefeya azadiya jinan dewam bike. Di vê pêvajoyê de, wê di kesayetiya xwe de veguherînên girîng pêk anîn û taybetmendiyên jinek azad di her kêliya jiyanê de nîşan da.

Hevrê Ronahî bi vî rengî li gorî mîsyona pêşengiyê tevlîbûnek pêk anî. Hevrêya me bi qasî li ser pêşengiya îdeolojîk û jiyanî de li ser pêşengiya leşkerî jî lêhûrbû û bi baweriya ku parastina gel di her şert û mercî de pêwîst e, beşdarî perwerdehiya profesyonelbûnê bû. Di vê pêvajoyê de, di şerê gerîla de jêhatî bû û xwest ji sala 2015’an û pê ve li dijî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şer bike. Bi serketina wê ya di taktîkên gerîla de û bi helwesta wê ya di jiyanê de pêşniyara wê hate pejirandin û derbasî herêmên ku êrîşên dijmin lê giran bûn û li eniyên pêş şer kir. Di vê pêvajoyê de ku berxwedana li dijî dagirkeriyê di asta herî jor de bû û serketina gerîlatiya Apoyî careke din îspat bûye, hevrêya me Ronahî roleke girîng lîst û bi wêrekî, fedakarî û tevlîbûna xwe ya bênavber ji bo hemî hevalên xwe bû gerîlayek YJA Starê ya mînak.

Hevrêya me Ronahî di Kanûna 2018’an de dema li ser peywira xwe bû, di encama êrîşeke dijmin de gihişt şehadetê. Em soz didin ku em ê têkoşîna ku hevrêya me Ronahî dewrî me kiriye bi serketinê tacîdar bikin.

AKÎF YILMAZ

Hevrê Akîf li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di malbateke dilsozê nirxên neteweyî de ji dayik bû. Ji ber xwezaya kedkar a malbata xwe û girêdana bi kevneşopiyan hevrêyê me bi cewhera xwe ve girêdayî mezin bû. Ji ber ji gund xizmên wî û hewîrdor tevlî têkoşîna azadiyê bibûn, hevrêyê me Akîf di temenek biçûk de Tevgera me ya Apoyî nas kir û hez kir. Hevrêyê me yê ku hêzek mezin ji gerîlayên ku li dijî mêtingeriya li ser gelê me şer dikin, digirt xwest mîna ciwaneke Kurd ê birûmet beşdarî vê têkoşînê bibe. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de lêgerînên wî kûrtir bû, derfeta naskirina têkoşîna me bi dest xist. Hevrêyê me bi naskirina felsefeya Rêber Apo re, ji hêla îdeolojîk ve bingehek xurt çêbû. Hevrê Akîf ê ku her roj bêhtir lêhûrbûnên wî kûrtir dibûn, bi taybetî ji têkoşîn û sekna biryardar ên kadroyên pêşeng ên Apoyiyan bandor bû. Heval Akîf bi şehadeta Viyan Peyman, ku bi taybetî li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê şer kir, pir bandor bû. Vê bûyerê lêgerîna wî ya têkoşînê zelal kir. Di sala 2015'an de, dema ku êrîşên dewleta Tirk berdewam dikirin, bê dudilî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi coş û biryardariyeke mezin tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî gerîla bû, hevalê me yê ku navê Berxwedanvanê Zîndanê Akîf Yilmaz li xwe kir, ji destpêkê ve îdîa û xeta xwe ya têkoşînê bilind girt. Perwerdehiya xwe ya yekem li herêma Tendûrekê ya Bakurê Kurdistanê wergirt û di pratîka zehmet de bi lez pêş ket. Hevrêyê me li vir hem di aliyê îdeolojîk de û hem jî di aliyê leşkerî de sûd ji tecrûbeyên hevrêyên xwe girt pêşket û xwe ji bo şer amade hîs kir. Hevrê Akîf îdîaya xwe yê têkoşînê bi hevrêyên xwe re parve kir û xwest di demeke kûrt de li dijî dewleta Tirk a ku sûcê qirkirinê li dijî gelê me pêk tîne, şer bike. Lê belê, ji bo hê bêhtir tecrûbe bi dest bixe û di felsefeya Rêber Apo de kûrtir bibe, li ser pêşniyara hevrêyên xwe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li vir beşdarî perwerdehiyê bû û tecrûbeyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê parve kir û erkên hevrêtiyê pêk anî. Hevrê Akîf gerîlatiyê wekî azadî û vegera li cewherê didît û li gorî van lêhûrbûnên xwe tevlî dibû. Perwerdehiya xwe bi serketî qedand û derbasî qada pratîkî bû. Beşdarî xebatên tunelê bû, ku taktîka serdema nû bû. Kesayetiya wî ya fedakar û kedkar di serketina van xebatan de diyarker bû û baweriya xwe bi taktîkên demê di xebatên xwe de nîşan da. Hevrê Akîf, ku dixwest piştî qedandina xebata ku tê de cih girtiye, li dijî êrîşên dagirkeriyê şer bike, bawer dikir ku ev yek bi rêya şerê gerîla yê profesyonel mimkun e. Ji bo vê sedemê,hevrêyê me dixwest perwerdehiya taybet bistîne û li ser vê bingehê pêşniyara wî hat qebûlkirin. Bi taybetmendiyên xwe ya jîr, gihîştî û bi îrade, hevrêyê me perwerde bi serketî qedand. Piştre, xwest yekser biçe deverên ku şer lê giran bû. Hevrêyê me Akîf ku şêweyê jiyana milîtanî û serketina wî di pratîkê de mînak tê girtin, ji bo li dijî êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê me tê kirin têbikoşe, bi coş û biryardariyeke mezin berê xwe da qadên şer ên giran. Hevrêyê me li vir tecrûbeyên xwe yê perwerdeyê bê qisûr bi cih anî û her erka ku dikeve ser milên wî bi awayekî serketî pêk anîn. Hevrêyê me ji bo taktîkên gerîla yên demê bi rengekî serketî bi cih bîne, kedek bêhampa raber kir û bi vê sekna xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me yê ku taybetmendiyên kesayetiya xwezayî yê herêma Serhedê bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo re kir yek, bi kesayetiya xwe ya dirûst û jidil bandor li hemû hevrêyên xwe kir.

Hevrê Akîf di Kanûna 2018’an de, di demekê de ku berxwedana li dijî dagirkeran di asta herî jor de bû, di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt. Ew ê di dilê hevrê û gelê xwe de her bijî. Em soza serketinê ya ku me di şexsê hevrê Akîf de daye hemû şehîdan dubare dikin.

BÊRÎVAN GEVER

Hevrêya me Bêrîvan yek ji navenda berxwedanê ya Kurdistanê Li Geverê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bûye. Ji ber ku li cihekî weke Geverê ku bi serhildan û berxwedanê tê naskirin, mezin bûye hişmendiyeke Kurdayetiyê ya dêrîn li cem peyda dibe. Ji ber ku di nava malbata wê de ji bo nava refên gerîlayan tevlîbûn hene hê di zarokatiya xwe de têkoşîna me nas dike û bi taybetî jî li gel pêngava şoreşgerî ya di sala 2011’an de pêş dikeveî gerîlayan ji nêz ve dişopîne. Hevrêya me ya ku piştî vê pêvajoyê bi siyaseta dijmin a qirkirina gelê me dihese, wateyeke zêdetir li têkoşîna me zêde dike.  Hêvrêya me xwe gihand wê hizrê ku li hemberî rastiya dijmin a bi vî rengî helwesta herî rast tevlîbûna nava refên gerîlayan e. Hevrêya me Bêrîvan a  ku ji şehadeta hevrêya me Sara (Sakîne Cansiz) ya li gel hevrêyên Rojbîn û Ronahî ya di sala 2013’yan de gelekî bandor dibe, li hemberî dijmin li cem hêrseke mezin peyda dibe. Hevrêya me ya ku dizanibû li hemberî şehadetan bersiva herî rast mezinkirin û berdewamkirina têkoşîna şehîdan e, lêgerînên xwe zêdetir dike. Hevrêya me Bêrîvan a ku bi vî awayî rêya xwe girêdayî dilsoziya ji şehîdan re diyar dike, dawiyê lêgerînên xwe pêk tîne û derfeta tevlîbûnê bi dest dixe. Hevrêya a ku di sala 2014’an de berê xwe dide çiyayên Cîloyê, tevlî refên gerîlayan dibe û dibe hêviya azadiya gelê me.

Piştî ku hevrêya me Bêrîvan tevlî nava refên gerîlayan dibe  weke gava destpêkê ji jiyana komunal, hevrêtiya xwe dispêre wekhevî û azadiyê bandor dibe. Ji bo ku hînî vê jiyanê bibe û ji hevrêyên xwe re bibe hevrêyeke baş ji kêliyên destpêkê ve dibe xwediya fedakariyeke mezin. Hevrêya me Bêrîvan a ku ji ber vê yekê ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin, roj bo roj asta tempoya xwe ya tevlîbûnê bilindtir dike.  Hevrêya me ya ku bi vî awayî bi hemû hûrgiliyên perwerde û jiyanê dihese, di demeke kurt de li gel kesayetiya xwe veguherînên mezin pêk tîne. Hevrêya me ya ku tevî temenê xwe yê ciwan jî bi saya kesayetiya xwe ya kamil dibe xwediya sekneke ku bikare erk û berpirsiyariyên gelek mezin jî bigire ser milên xwe, ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî rêz lê tê girtin. Hevrêya me ya ku dilsoziya ji bo şehîdan û hêrsa xwe ya mezin a li hemberî dijmin dike egera mezinkirina têkoşîna xwe, bi vê hewla xwe dibe gerîlayeke YJA Starê ya bi ked û hewla xwe dibe mînak. Hevrêya me ya ku piştî perwerdeyên xwe yên leşkerî û îdeolojîk temam dike dixwaze derbasî qadên şer ên herî dijwar bibe, bi sekna xwe baweriyeke zêde dide hevrêyên xwe û vê armanca xwe pêk tîne.

Hevrêya me Bêrîvan a ku bi jiyana xwe dizane çiya qadên sereke ên azadiyê ne, li gel kûrbûnên xwe têkoşîna azadiya jinan, dîroka jinan, bedêlên giran ên hatine dayîn û têkoşîna dîrokî ya li hemberî vê hatiye pêşxistin  baştir fêm dike.  Ji ber vê yekê li gel xwe gav bi gav rêgezên azadiyê pêk tîne û dibe milîtaneke xeta PAJK’ê ya tu caran têk naçe. Hevrêya me a ku îfade dike ku wê tim dilsoza biranîna fermandara me ya pêşeng Şehîd Sara (Sakine Cansiz) , dilsoza hêviya azadiyê ya ji aliyê wê ve hatiye afirandin be û tolhilanîna wê be, hemû têkoşîna li ser van xalan bi cih kir. Ji ber vê yekê ji aliyekî ve kûrbûnên îdeolojîk didomîne û ji aliyekî ve jî hewla xwe pêşdebirina di warê leşkerî de nîşan da. Hevrêya me ya ku li gel perwerdeyên pisporiyê dibe gerîlayeke profesyonel a YJA Starê, xwest derbasî herêmên ku êrîşên dewleta Tirk lê zêde ne bibe. Hevrêya me ya ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê têdikoşe, li qadên ku lê dimîne bi wêrektî û dilêriya xwe derdikeve pêş. Hevrêya me Bêrîvan a ku tecrûbeyên xwe yên ji perwerdeyan li qada şer bi awayekî serkeftî nîşan dide, dibe şênbertirîn mînaka milîtaniya bi têkoşînê re bedewtir dibe. Hevrêya me ya ku piştî serkeftinên xwe yên di çalakiyan de coş, kelecan û heza ji jiyanê re mezintir dike, van taybetmendiyên xwe li gel hevrêyên xwe jî parve dike û ji bo wan dibe çavkaniya hêzê.

Hevrêya me Bêrîvan a ku dixwaze hemû hêrsa di dilê xwe de ya li hemberî dewleta Tirk bi derbasbûna qadên ku lê êrîşên dijmin zêde ne weke çalakiyan bide der,  dibe xwediya tempoyeke bênavber û terzekî encamgir. Hevrêya me ya ku ji ber vê yekê dibe namzedeke fermandariya soza pêşerojê dide, di hemû kêliyên jiyana xwe de îdîaya xwe ya têkoşînê û asta xwe ya biryardariyê mezintir dike. Ji ber vê yekê dibe milîtaneke ku hemû hevrêyên wê dixwazin pêre têbikoşin û bijîn. Hevrêya me Bêrîvan di êrîşeke dijmin a Kanûna 2018’an de tevlî karwanê şehîdan dibe, bi qasî jiyana xwe bi şehadeta xwe jî bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir. Em soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî rênîşanderiya hevrêya xwe Bêrîvanê teqez têkoşîna wê  bi serkeftinê tacîdar bikin.

ÇIYA ERÎWAN RÛBAR

Hevrêya me Çiya weke ferdeke malbateke ji Serdehê li bajarê Tekîrdagê ji dayîk bûye. Hevrêya me ya ku dûrî Kurdistanê mezin dibe, cewhera xwe diparêze û li derdoreke ku li hemberî hemû ferzkirinên pergalê xwedî hişmend mezin dibe. Hevrêya me ya ku girêdayî xwebûn û nirxên xwe ye, di salên xwendina dibistanê de derfeta naskirina Tevgera me bi dest dixe. Hevrêya me ya ku bi rêya çapemeniyê dibe şahida zulma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê û  di zarokatiya xwe de nakokiyan dijî.  Hevrêya me ya ku zarokatiya wê dûrî Kurdistanê derbas dibe, tim bi hesreta Kurdistanê dike. Şerê ku li gel îlana Şerê Gel ê Şoreşgerî yê Tevgera me pêş dikeve, bandoreke mezin li hevrêya me dike. Hevrêya me di serdema ku gerîlayan derbên mezin li dewleta Tirk a dagirker dixis û çalakî belavî Kurdistanê bûn de dixwaze Partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike. Tevî ku bi saya derfetên xwe çavkaniyên ku Partiya me vedibêjin dixwîne û hin mijaran fêm dike jî van yekan têrker nabîne. Bi taybetî jî ji têkoşîna gerîlayên YJA Starê ku bi kedên mezin ên Rêbertiya me artêşbûna xwe pêk tîne gelekî bandor dibe Mereqa jiyana gerîlayên ku girêdayî xeta jinên azad li ber xwe didin û hemû derfetên pergala kapîlatîst red dikin, dike. Li dijî polîtîkayên modernîteya kapîtalîst ên jinan weke metayekê dibîne û îradeya wan desteser dike tim dibe xwediya sekneke serhildêr. Hevrêya me ya ku li hemberî zîhniyeta serdest a mêran a jinan îstîsmar dike û li ser keda jinan derthilatdariya xwe ava dike tim hêrs dibe, li hemberî çiyayên azad ku li dijî vê pergala dagirkeriyê weke jiyaneke alternatîf e heyraniyeke mezin li cem peyda dibe. Hevrêya me ya ku di salên xwendina lîseyê de dixweze ji lêgerîn û nakokiyên xwe re bersivekê peyda bike, destpêkê biryarê dide ku di nava xebatên ciwanên şoreşger de cih bigire. Hevrêya me ya ku di xebatên xwe de piştî demeke kurt xwe digihîne asta ku berpirsiyariyan bigire ser milên xwe, bi tevlîbûna xwe ya bimoral di hemû xebata de dibe mînak. Hevrêya derfeta naskirina Tevgera me ya ji nêz ve bi dest dixe û bi dil can di nava xebatan de cihê xwe digire. Hevrêya me ya ku derfeta nîqaşkirina xwendinên xwe bi dest dixe, ji bo fêmkirina felsefeya Rêbertiya dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêya me ya ku di nava xebatên civanên şoreşger ên welatparêz de tecrûbeyên rêxistinî bi dest dixe û tevî hemû êrîşên dijmin kêliyekê jî dudil nabe, ji bo ku hemû erkên xwe bi serkeftî bi cih bîne hewleke mezin nîşan dide.  Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê û şerê gerîlayan ê fedaiyane ku têkneçûyîna îradeya Apoyî ji hemû cihanê re dide îspatkirin, gelekî bandor dibe. Hevrêya me ya ku piştî pirtûka Rêbertiya me ya bi navê ‘’Divê Mirov Çawa Bijî’’ dixwîne, digihîje wê baweriyê ku divê êdî weke ciwaneke Kurd a birûmet biryarê bide. Hevrêya me ya ku bedêlên ji bo parastina destkeftiyên gelê me tên dayîn dibîne, biryarê dide ku bi awayekî aktîf di nava refên têkoşînê de cihê xwe bigire.

Hevrêya me ya ku di sala 2014’an de li ser Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayan dibe, ji bo perwerdeya şervanên nû vê carê berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medayê. Hevrêya me ya ku dibêje ku li gel tevlîbûna nava refên gerîlayan wê yekem pêngava ber bi azadiyê ve avêtiye, ji xwegihandina çiyayên Kurdistanê ku gelekî hesreta wan dikir, gelekî kêfxweş dibe.  Hevrêya me bi moraleke mezin yekem pêngava ber bi jiyana ku mereqa wê dikir û jê hez dikir diavêje, beşdarî perwerdeya şervanên nû dibe. Hevrêya me ya ku tecrûbeya wê ya rêxistinî û jiyana Partiyê heye, bo coş û evîneke mezin di perwerdeyan de cihê xwe girt. Hevrêya me ya ku di gelek mijaran de alikariyê dide hevrêyên xwe, di nirxandineke perwerdeya xwe ya ji bo şervanên nû de bi van gotinan dilsoziya xwe ya ji bo jiyana PKK’ê tîne ziman: ‘’Baş e ku beşdarî PKK’ê bûme, çimkî dizanim ku wê têkariyeke min ji bo dîrokê çêbibe. Ez di nava PKK’ê de dilopek jî bim û tevî hemû kêmasiyên xwe jî hiştina hin tiştan û jiyîn û têkoşîna ji bo vê yekê jiyana herî bi rûmet e. Ji ber ku min di nava vê jiyanê de cih girtiye ez serbilind û serfiraz im’’ Hevrêya me ya ku di demeke kurt de adapteyî jiyana çiya û gerîlayan dibe, serbilindiya cihgirtina di nava jiyana ku berê ji pirtûkan xwendibû û bihîstibû jiya. Li gel perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk xwe bi îdîa û biryardariyeke mezin ji bo qadên pratîkê amade kir. Piştî ku bi awayekî serkeftî perwerdeya şervanên nû temam dike, ji bo ku di jiyana gerîlayan de jî tecrûbeyan bi dest bixe li qadên cuda xebatên pratîkî bi rê ve birin. Di hemû xebatên xwe de bi saya hevrêtiya xwe ya xurt û sekna xwe ya ku ji xeta jina azad tawîzê nade bû milîtaneke mînak. Hemû kêliyên  jiyana PKK’ê weke perwerdeyekê nirxand. Hevrêya me ya ku dema xwe baş bi kar tîne û dixwaze di pêvajoya şerê ku pêş bikeve de tevlîbûneke çalaktir pêk bîne, dewreyeke perwerdeya îdeolojîk dît. Hevrêya me di warê îdeolojîk de jî xwe pêş xist û xwe li hemberî her cure êrîşên dijmin amade kir. Hevrêya me ya ku li ser îdeolojiya rizgariya jinan dikeve nava kûrbûnên mezin,  jixwe re dike armanc ku bibe milîtaneke PKK û PAJK’ê ya serkeftî. Hevrêya me pêvajoya perwerdeyan baş bi kar anî û xwest derbasî qadên ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker lê zêde ne. Hevrêya me ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di gelek xebatan de cih digire û bi hevrêtiya xwe ya xurt di dilê hevrêyên xwe de dibe xwediya cihekî mezin, weke gerîlayeke YJA Starê ya serkeftî erk û berpirsiyariyên xwe bi serkeftî bi cih anîn.

Hevrêya me weke gerîlayeke YJA Starê ya kamil û xwedan tecrûbeyên îdeolojîk ku erk û berpirsiyariyên xwe yên pêşengtiyê baş dizanî, weke xwediya sekneke hevsengî mîsyona xwe karî di kesayeta xwe de nûnertiya xeta jina azad a PAJK’ê bike. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêya xwe ya di Kanûna 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de tevlî kawanê şehîdan dibe li Kurdistanê zindî bigirin û ala têkoşînê ya dewrî me kiriye bi serketinê  bilind bikin.”