Viyan Soran li Atînayê hat bîranîn
Yek ji fermandara YJA Starê Viyan Soran a ku 18 sal beriya niha li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li Atînayê hat bibîranîn.
Yek ji fermandara YJA Starê Viyan Soran a ku 18 sal beriya niha li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li Atînayê hat bibîranîn.
Yek ji fermandara YJA Starê Viyan Soran a ku 1’ê Sibata 2006’an de li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li paytexta Yewnanistan Atînayê hat bibîranîn. Bîranîn li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê hat lidarxistin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Li qada bîranînê wêneyê Viyan Soran û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.
Di bîranînê de siyasetmedar Erkan Erencî axivî. Erencî diyar kir ku şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd nayên jibîrkirin û got: “Heke şehîd di her kêliya jiyanê de bên bibîranîn û zindî kirin, wê ev têkoşîn bi ser bikeve. Lê belê têkoşîn roja ku şehîd bên jibîrkirin bi dawî dibe.”
Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana Viyan Soran hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.