Villûmsen: Pêwîste YE bi vekirî şermezar bike

Endamê Parlementoya Ewropayê yê Danîmarkayî Nîkolaj Vîllûmsen diyar kir ku pêwîste Yekitiya Ewropa operasyonên li dijî HDP’ê bi şêweyek vekirî şermezar bike.

Parlementerê PE yê Nîkolaj Vîllûmsenê ku li ser Twîtterê bertek nîşanî destgîr kirinên li dijî HDP’ê da û got: “Erdogan li Tirkiyê zextên li ser mûxalefetên demokratîk zêde dike.”

Vîllûmsen wiha domand: “Ji ber sedemên piştevaniya bi têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê re” di derbarê 82 siyasetmedarên HDP yî de biryara destgîr kirinê hate girtin û got: “Pêwîste YE bi şêweyek vekirî destgîrkirina şemezar bike û ji bo berdana hemû girtiyên siyasî bang bike.”