'Tirkiye bi tecrîdê hemû pîvananan binpê dike'

Hevsekreterê Giştî yê ELDH'ê Thomas Schmidt diyar kir ku hikumeta Tirk bi tecrîda taybet û cihêkar a li Îmraliyê re hem pîvanên navneteweyî hem jî qanûnên xwe binpê kiriye.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Komployeke Navneteweyî anîn Tirkiyeyê û nêzî 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda mutleq de tê ragirtin. Tecrîda mutleq a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di raporên gelek saziyên navneteweyî de jî cih girt. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî di çarçoveya “Mafê hêviyê” de biryara binpêkirinê dabû û ev mijar hêj jî di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye.  Li qada navneteweyî ji 1500’î zêdetir parêzer û saziyên hiqûqî, di 16'ê Îlonê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re nameyek şand. Di nameyê de bal kişandin ser binpêkirina hiqûqê ya li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku ligel Rêberê Gelê Kurd Abdulldullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ku di bin tecrîdê de ne û ev 43 meh e ti agahî ji wan nayê girtin û nikarin parêzên xwe bibînin. Di nameyê de daxwaz hat kirin ku divê parêzerên serlêdan kirine biçin Îmraliyê û hevdîtîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parêzeran pêk were. 

Hevsekreterê Giştî yê Ji Bo Demokrasî û Mafên Mirovan Yekîtiya Parêzerên Ewropî (ELDH) Thomas Schmidt ku ew jî yek ji serlêdêran e ji ANF'yê re axivî. Schmidt diyar kir ku hevdîtinên bi parêzeran re bi awayekî der hiqûqî tên astengkirin û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 7'ê Tebaxa 2019'an; Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar jî sala 2015'an ve ku ew derbasî Girava Îmraliyê kirine, hevdîtinên wan ên bi parêzeran re hatine qedexekirin.

TECRÎDA TAYBET Û CUDAKAR

Schmidt diyar kir ku rewşa li Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê parêzerên cîhanî ve wek tecrîda taybet û cudakar tê binavkirin û îşaret bi hişyariya CPT'yê ya di vê mijarê de kir û got: "Ji ber vê yekê cezayê hucreyê êşkence ye û kiryareke nemirovî ye û ji aliyê muameleya piçûkxistinê û qedexeya cezayî ve dibe sedema pirsgirêkan. Ev rewş ji aliyê raportorê êşkenceyê yê taybet yê berê yê NY'ê Nils Melzer ve jî hat piştrastkirin.”

Hevserekterê Giştî yê ELDS’yê Schmidt, îşaret bi Qaîdeyên Mandella kir ku hepsa hucreyê wekî “Bi awayekî ku temasa mirovekî neke hepskirina 22 saetî an jî zêdetir” diyar dike û got ev yek standarda kêmtirîn ya NY’ê ye. Schmidt anî ziman ku hepsa hucreyê tenê di rewşên awarte de dikare bê sepandin û hepsa li dû hev û ji 15 rojan zêdetir wekî şêweyeke êşkenceyê tê qebûlkirin. Bi domdarî Schmidt, wiha got: “Loma qedexeya li ser hevdîtina bi parêzeran re ya li Girtîgeha Îmraliyê Qaîdeyên Standarda Helwesta li hember Girtiyan a BM’yê (Qaîdeyên Nelson Mandella), pêşniyarên CPT û Qanûna Cezayî ya Tirkiyeyê (Qanûna bi hejmara 5275’an) bi eşkere bin pê dike. Dewlet bêyî ku li nasname û cezayê girtî û hefsiyan binêre, divê li gor mafên wan tevbigere. Ev yek di heman demê de binpêkirina Rêgezên Bingehîn ên Rola Parêzerên NY’yê; bi taybet wekî ku di rêgezên bingehîn en 8 û 16’an de jî hatiye diyarkirin binpêkirina maf û îmtîyazên parêzeran e.” 

EV BINPÊKIRINA HEMÛ RÊGEZ Û QANÛNAN E

Hevsekreterê Giştî yê ELDH Schmidt bal kişand ser pênaseya Qaîdeyên Mandella ku di 2015'an de hat nûjenkirin, yên der barê cezayê hucreyê de ku dibêje "Hepiskirina mehkûman a rojê ji 22 saet an jî zêdetir bêyî temasa bi kesekî din re ye" û ev standarda qaîdeyên NY'yê ye.

TIRKIYE SAZIYÊN EWROPÎ ÎSTÎSMAR DIKE

Schmidt diyar kir ku divê daxwazên hiqûqî yên ku di pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de têne ziman bên qebûlkirin û axftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Bi taybet Desteya Ewropayê; dewletên endam û CPT divê derfetên ku qanûn û peymanên navneteweyî didin wan bi kar bînin. Ji bo ku pêvajoyê bidin destpêkirin jixwe Tirkiyeyê têra xwe karê binpêkirinê kiriye. Pirsgirêk ne tenê astengkirina mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi parêzerên xwe re ye. Ev di heman demê de bi krîmînalîzekirina tevgerên siyasî yên aştîxwaz yên gelê Kurd ên li Tirkiyeyê jî eleqedar dike. Her wiha ev têkildarî mafê gelên Tirkiyeyê ku bi awayekî aşîtiyane dawî li vê pêvçûnê bînin. Rastiya ku rola giring a di vê mijarê de ya Birêz Abdullah Ocalan, bi nîvcohiştina hevdîtinên aşîtiyê ji aliyê dewleta Tirk ve xwe da der."