Taylan Kahraman li Dusseldorfê hate bibîranîn

Şehîdê Kurdistanê Taylan Ozgur Kahraman li Dusseldorf a Elmanyayê hate bibîranîn.

Bîranîn saet 14:00’an bi tevlîbûna malbat û hevalên wî pêk hat.

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd Îlke Jiyan axivî û got: “Îro li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropa û her derê cîhanê Kurd li ser lingan be û bêje ez heme, bi saya şehîdan û têkoşînê ye. Taylan Ozgur dema jiyana xwe ji dest da 21 salî bû, ji bo azadiyê canê xwe da.”

Di bîranînê de Dayik û bavê Taylan Ozgur Kahraman Şengê Kahraman û Ozan Comert jî axivîn.

Dayika Şengê got: “Hevalê Taylan 22 sal berê agirê azadiyê pêxist. Hevalê Taylan û hevalên din ên di wê pêvajoyê de agirê azadiyê pêxistin bibîr tînin. Li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim. Em ne jovanin. Rêya şeref û namûsê da me. Serê me bi şehîdê me bilind e.”

Ozan Comet jî diyar kir ku her rojê şehîdan dide, bi sed hezaran ewladên Kurd şehîd bûne û got: “Rojên şehîdan bibîr tînin pîroz in.”

Berî 22 salan angot 21’ê Kanûna 1998’an Taylan Ozgur Kahraman ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dusseldorf a Elmanyayê agir berdabû bedena xwe.

Birayê Kahraman Sînan Kahraman li Botanê di nava refên ARGK’ê de şehîd bûbû.