Smerîglîo: Piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re nîşan didim

Parlementerê Îtalî yê Parlementoya Ewropayê Massîmîlîamo Smerîglîo daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya AKP-MHP’ê ya li ser HDP’ê da.

Ji Partiya Demokratîk a Îtalya endamê Îtifaqa Demokratîk a Sosyalîst a Pêşverû Massîmîlîano Smerîglîo got: “Divê em piştevaniya HDP’ê bikin.”

Smerîglîo diyar kir ku rayedarên Tirk bi hinceta ku çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê ya 6-8’ê Cotmehê hilbijêr jî di nav de 82 ker destgîrkirin û got: “Rêveberên xwecihî, rewşenbîr, parlemener hatin kelepçekirin û destgîrkirin…

Ev çalakiyên protestoyî çalakiyên bi heyebet bûn ku li dijî girtina sînoran a Enqerê bûn.

Weke hûn dizanin Kurd berxwedanekî mezin û lehengî nîşan da, Kobanê, Bakurê Sûriyeyê ji DAÎŞ’ê azad kir.

Ji ber parastina demokrasiyê me em deyndarên Kurdan in. Ev êrîşî êrîşeke nû ya Erdogan a li dijî HDP’ê ye. Ez piştevaniya xwe diyar dikim.”