Sînn Féin daxwaza berdana Guven kir

Partiya Îrlandayê Sînn Féin demildest daxwaza berdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 22 sal ceza lê hatî birîn kir.

Endama Meclîsa Zagonsaz Sînn Féin Martîna Anderson li ser navê partiya xwe dayxuyaniyek da û got: “Cezayê li Leyla Guven hatî birîn bi temamî ji ber sedemên polîtîk e. Leyla Guven ji bo sûdê bide pêvajoya aştiyê divê tavilê bi Abdullah Ocalan re bê azadkirin.

Derbarê Leyla Guven bi hinceta tevlî kampanyayên xwerêveberiyê bûne, bi 18 sedemên sexte û siyasî hate sûcdarkirin. Guven berî niha ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan lîderê siyasî yê Kurd dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştre jî bi hezaran girtî tevlî grevê bûbûn. Dema hevala min Leyla di grevê de bû min serdana wê li mala wê ya Amedê kiribû. Ji ber sekna wê ya bi rûmet, biryardarî û cesareta wê pir bandor bûbûm. Cezayê li Leyla Guven hatî birîn bi temamî ji ber sedemên polîtîk e. Leyla Guven ji bo sûdê bide pêvajoya aştiyê divê tavilê bi Abdullah Ocalan re bê azadkirin.”

Anderson dema Leyla Guven di greva birçîbûnê de bû serdana wê kiribû. Anderson sala 1986’an bi îdîaya endamê ÎRA’yê ye hatibû girtin û 13 salan li girtîgehê mabûn. Anderson a di nava tevgera ciwanên ÎRA de cih girtibû, dema li girtîgehê dima, tevlî gelek çalakiyên grevên birçîbûnê bûbû.