Îrfan Amed: Baweriya me ya bi Rêber Apo re xurt e
Ji fermandarên HPG'ê Îrfan Amed ragihand ku baweriya wan a bi Rêber Apo re ti carî lawaz nabe û got, "Em heta niha qet neketin nava dudiliyê, ji niha û pê ve jî em ê dudil nebin."
Ji fermandarên HPG'ê Îrfan Amed ragihand ku baweriya wan a bi Rêber Apo re ti carî lawaz nabe û got, "Em heta niha qet neketin nava dudiliyê, ji niha û pê ve jî em ê dudil nebin."
Ji fermandarên HPG'ê Îrfan Amed di axaftina xwe ya li Kongreya 12'emîn a Awarte ya PKK'ê de diyar kir ku ew ji dil bi Rêber Apo re ne û wê li ser rêya wî bimeşin. Îrfan Amed ev nirxandin li kongreyê kir:
"Berxwedana Rêber Apo silav dikim, hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Dilsoziya xwe ya bi Serok Apo û şehîdan re dubare dikim. 2 roj in nîqaş dibe. Em di pêvajoyeke giran re derbas dibin. Di heman demê de pêvajoyeke nû ye, pêvajoya ku em dikevin tê de, pêvajoyeke paşeroja me diyar dike.
Em çawa hatin vê rojê, hevalan anîn ziman. Bêguman tê de gelek gavên dîrokî hene. Kêm nîne. Lê belê em bi biryar in heta Rêber Apo azad bibe, em ê hêza xwe zêdetir, çi ji destê me bê em ê pêk bînin. Gava Serok avêtiye mezin e.
Herî dawî Serok got çi, got 'Ez axaftina xwe ya dawî dikim'. Axaftina dawî çi bû? Yek, pêvajoyeke me temam kir, ez derbasî qonaxeke nû dibim. Pêvajoyeke Serokatî got, em bi dawî dikin, lê em pêvajoyekê em didin destpêkirin. Ji bo wê jî pêvajoya ku em temam dikin, Serokatî got, 'Ez axaftina wê ya dawî dikim, em derbasî pêvajoyeke nû dibin'. Ez bawerim hemû heval jî wisa difikirin. Em beşdarî Rêber Apo bûn.
Serokatî me derbasî pêvajoyeke nû dike. Bêguman em jî didin ser şopa Serokê xwe. Em bi Serok re derbasî pêvajoyekê dibin. Em ê bi dil û can derbas bibin. Ji bo PKK jî, ji bo çekan jî tiştekî Rêber Apo dibêje, ji bo pêvajoyeke nû ye. Pêwîst dîtiye, ev dibe. Mirov li hemberî wê tiştekî zêde bibêje nîne. Serokatî behs kir. Yek; destpêkê weke karê Serokatî qonaxa ku hatiye, çi mijara îdeolojîk sosyalîzmê yan jî gelê Kurdistanê de mezin e. Di warê sosyalîzmê de îro Serokatî tiştê analîz kiriye, qonaxa gihîştiye, em pê serbilind in.
Gelên cîhanê hemû qebûl kiriye. Her kes heyranê Serokatî ye. Ew mijar pêwîst dike, em derbasî nuqteyekê bibin. Weke şexs nêrîna min bi xwe welê ye. Em ê heta dawiyê bi pêvajoya Serok re bin. Dibe ku em di vir de hin biryaran jî werbigirin. Lê belê wê şertên me jî hebin. Ji bo em pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriyê divê dewlet jî, me jî îqna bike. Bibêje ez êdî dijminatiyê nakim. Gavên qanûnî, destûra bingehîn divê bêne avêtin. Heqîqeta wî çi ye? Heqîqet Serok e. Yekkirina li ser rastî û xeta Serokatî ye. Encam ew e. Ê min bi xwe, heta dawiyê baweriya me bi Serok heye. Heta îro ti me teredût nekir. Ji niha û pê ve jî eger Serok Apo gavekê biavêje, ji bo serokatina van gavan çi hebe em ê pê re bin. Li ser wî esasî ji hemû hevalan re serketinê dixwazim."