Scholz: Elon Musk gefê li demokrasiya li Ewropayê dixwe

Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz milyarderê Emerîkî Elon Musk sûcdar kir ku bi piştgiriya bi rastgiriya tund gefê li demokrasiya li Ewropayê dixwe.

Serokwezîrê Elmanyayê Scholz bi hempîşeyê xwe yê Swêdî Ulf Kristersson re civîna çapemeniyê lidar xist û got, "Li tevahiya Ewropayê, li Îngilistanê, li Elmanyayê û li gelek welatên din piştgiriyê dide rastgiriya tund. Ev yek nayê qebûlkirin û gefê li pêşketina demokrasiyê ya li Ewropayê dixwe."

Patronê Teslayê û CEO'yê SpaceX'ê Elon Must hefteyên derbasbûyî beriya hilbijartinên giştî yên 23'ê Sibatê yên li Elmanyayê gelek daxuyanî dabû û piştgirî dabû partiya rastgiriya tund AfD'ê. Li gorî anketan AfD ku niha li muxalefetê ye, piştî muxafazakaran bi rêjeya ji sedî 20'î di rêza duyemîn de ye.