Kurdên li Cenevreyê çalakî kirin
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Kurdan li dijî êrîşên li ser sivîlan ên li Bendava Tişrînê çalakî kirin.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Kurdan li dijî êrîşên li ser sivîlan ên li Bendava Tişrînê çalakî kirin.
Kurdistaniyan bersiv dan banga lezgîn a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Cenevreyê (CDK-Ge) û nîvê şevê saet di 24:00 de li ber stasyona trenê ya navendî li hev kom bûn.
Girseya gel bi dirûşmên li dijî êrîşên komkujî û dagirkeriyê ber bi stasyona trenê ve meşiya û li vê derê çalakiya rûniştinê kir.
Hasan Încî bi navê CDK-Ge axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê ku bi rojan e Bendava Tişrînê diparêze.
Hasan Încî got, "Di van êrîşan de ji gelê sivîl bi dehan kes mirin, bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Li hemberî vê hovîtiya ku li ber çavên cîhanê diqewime divê em dengê xwe bilind bikin."
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.