Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê bi awayekî erênî li agirbestê dinêre

Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê bi awayekî erênî li agirbesta ihtîmal ya li gel Hamasê dinêre.

Di daxiuaniya Serkwezîr Binyamin Netanyahu de hate diyarkirin ku kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê peymana agirbestê erê kiriye. 

Di daxuyaniyê de wiha hatin gotin: ‘’Piştî ku hemû aliyên siyasî, ewlehî û mirovahî û piştgiriya ji bo bidestxistina armancên şerî hatin nirxandin, hikûmet wê vê peymanê erê bike.’’ Ofîsa Netanyahu da zanîn ku wê Komîteya Wezîran di nava rojê de bicive 

Li gorî Serokê DYE’yê Donald Trump roja Çarşemê têkildarî mijarên berdana rehîneyên di destê Îsraîl û Hamasê û pêkanîna agirbestê de lihevkirinek pêk hatiye. 

Hat ragihandin ku agirbest wê hefteya pêşiya me roja Yekşemê bikeve meriyetê û da zanîn ku di destpêkê de wê 33 rehîneyên Îsraîlî wê werin berdan. 

Ofîsa Netanyahu roja Înê ragihand ku têkildarî mijara "serbestberdana rehîneyan de lihevkirinek pêk hatiye."

Şeva Çarşemê bi hezaran Filistiniyên li Xezeyê bi kêfxweşiyeke mezin peymana agirbestê pêşwazî kirin.