BI DÎMEN

Êrîşên li ser Tişrînê li Stuttgartê hat protestokirin

Di mîtîng û konê agahdarkirinê yê li Stuttgartê hat lidarxistin de, der barê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de agahî hatin dayîn.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Tişrînê çalakî hat lidarxistin û konê agahdarkirinê hat vedan.

Li qada Schloss Platz-Kobanê ya ku gelê Kurd û dostên wan di 2014’an de her roj ji bo Kobanê nobet lê digirtin, niha jî li dijî êrîşên dagirkeriyê û hovane yên li ser Tişrînê û ji bo parastina Tişrînê konê agahdarkirinê hat vedan.

Pankartên li ser êrîşê hatine amadekirin li kon hatin daliqandin û pirtûk, belavokên li ser Şoreşa Jinê ya Rojava û sindoqên alîkariyê yên ji bo piştgiriya bi Rojava re hatin danîn.

Li qadê mîtîng hat lidarxistin û gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û gel hat agahdarkirin. Di mîtîngê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi rojan e li ber çavê raya giştî ya cîhanê bi balafirên bêmirov êrîşî gelê ku li Bendava Tişrînê nobetê digire dikin. Hat destnîşankirin ku bi van êrîşan dixwazin destketiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rakin.

Her wiha der barê Şoreşa Jinê ya Rojava û rewşa heyî deagahî hatin dayin.