BI DÎMEN

Di bombebarana Eyn Îsayê de 3 zarok birîndar bûn

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsayê de ji heman malbatê 3 zarok birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên rojavayê Eyn Îsa û Girê Spî ya dagirkirî, topbaran kirin.

Wargehên Zenoba, Nahît, Sebaa Cefer û Eyn Îsa bi hawan û topan hatin bombebarankirin.

Di encama êrîşa li derdora Eyn Îsayê de ji heman malbatê 3 zarok bi sivikî birîndar bûn.

Xwişk û birayên hev ên bi navê Mehmûd Casim Ebîd (3), Buşra Casim Ebîd (16) û Îsmaîl Casim Ebîd (14) birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Eyn Îsayê.