Li paytextê Elmanyayê Berlînê, Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser sivîlên ku hewl didin beşdarî çalakiya li Bendava Tişrînê bibin, daketin qadan. Mîtînga Kurdistanî û dostên wan ya li ser banga Meclîsa Jinan a Dest Dan û Nav Berlînê li Alexanderplatzê hatî lidarxistin.
Mîtîng bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û bi daxuyaniyan berdewam kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hedefa êrîşên dewleta Tirk de ne û hate diyar kirin ku êrîşên sîstematîk ên dewleta Tirk ên li ser sivîl, binesazî û tesîsên stratejîk ne tenê li dijî jiyana welatiyan di heman demê li dijî aramî û aşitiya li herêmê jî weke gefekê ne.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro, xwepêşandeneke ku li derdora Bendava Tişrînê dihat lidarxistin ku bendav çavkaniya jiyanî ya gelên Rojava ye, bi êrîşên hewayî veguherî gola xwînê. Di encama vê êrîşê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 3 jê rojnamevan 10 kes jî birîndar bûn. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser bendavê rê li ber felaketên mezin vedike. Di encama ihtimala hilweşîn û biserdeçûna bendavê de dibe ku rê li ber windahiyên çavkaniyê yên bandoreke zêde li jiyana welatiyan bike, veke. Ev êrîş li dijî hiqûqa navneteweyî û Peymana Cenevreyê ne. Rojava ku lê gelên weke Kurd, Ereb, Suryanî û pêkhateyên din bi awayekî wekhev û aşitiyane pêk ve dijîn, li Rojhilata Navîn weke meşaleyeke hêviyê dibiriqe. Lê belê dewleta Tirk hewl dide ku van destkeftiyan tune bike.”
Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî hat şermezarkirin û ev tişt hate gotin: “Bêdengiya civaka navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk. Divê saziyên weke Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê li erka xwe rabin, sivîlan biparazên û alikariyên mirovî bikin. Divê li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin û berpirsiyar werin darizandin.’’
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû cîhanê nûnertiya aşitî û demokrasiyê dike. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Parastina vê herêmê berpirsiyariya hevpar ya civaka navneteweyî ye. Rojava wê li ser piyan bimîne; lê belê piştevaniya cihanê hewcedariyeke lezgîn e.”
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana YPJ-YPG” û “Jin, Jiyan, Azadî’’ hatin berzkirin.