Şêniyên Helebê ji bo silavkirina berxwedana Tişrînê daketin qadan
Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dirûşma "Piştgiriya berxwedana rûmetê ya QSD`ê li Bendava Tişrînê bikin" daketin qadan.
Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dirûşma "Piştgiriya berxwedana rûmetê ya QSD`ê li Bendava Tişrînê bikin" daketin qadan.
Li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bi dirûşma "Piştgiriya berxwedana rûmetê ya QSD`ê li Bendava Tişrînê bikin" ji bo piştgiriya berxwedana şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û kesên nobedê li Bendava Tişrînê digirin, daketin qadan.
Şênî li pêşiya hola civînan a 8`ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û dest bi şemê kir.
Meş li herêma Cibênat rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Mîdye Miqdad axivî û got: "Em berxwedana QSD`ê û şervanan li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê silav dikin."
Mîdye dewleta Tirk bi dewleteke dagirker wesifand û balkişand ser armancên wê ku dixwaze destkeftiyên gelan û şehîdan tune bike.
Di dawiyê de Mîdye got têkoşîna domdar a gelê Kurd û gelên azadîxwaz berdewam e û serketin para wê ye.