BI DÎMEN

Êrîşên dewleta Tirk li Strasbourgê hatin protestokirin

Komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê li Strasbourgê hatin protestokirin.

Komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê li pêşiya îstastona trênê ya navendî li hev civiyan, bang li hêzên navneteweyî kirin ku li dijî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk dike, pêngav werin avêtin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Rejîma Tirk faşîst e” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Sîdar Amedî û rojnamevan Huseyîn Elmali ve bi Tirkî û Fransî hatî xwendin de, hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rojan e li dijî Rojava êrîşan pêk tînin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Artêşa Tirk a dagirker bi astengkirina gelê ku seferber bûye beşdarî çalakiya nobetê bibe, li dû pêkanîna planên dagirkirina Rojava ye. Ji bo pêkanîna vê yekê hiqûqa navneteweyî binpê dike û serî li rêbazên hovane dide. Gelê sivîl di bin gefa dagirkerî û qirkirinê de xweparastina xwe dike.”

Di dawiya axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şerî dike û hate gotin, windahiyên Rojava wê bibin windahiyên hemû cîhanê bang  hate kirin ku her kes rabe ser piyan.