Êrîşên li ser sivîlan li Amedê hat şermezarkirin: Dewleta Tirk sûcê şer dike
Rêxistinên demokratîk ên Amedê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û rojnamevanên li Bendava Tişrînê şermezar kirin.
Rêxistinên demokratîk ên Amedê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û rojnamevanên li Bendava Tişrînê şermezar kirin.
Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, parlamenter û hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beşdarî daxuyaniya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê at lidarxistin, bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta "Komkujiyên sivîlan xizmetê ji aştiya gel re nakin" hat vekirin û timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Berxwedan jiyan e", "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Rojava hêvî ye, hêvî li ber xwe dide" hatin berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim dibin hedefa êrîşên komên çete û hevkarên wan de ye û got, "Kedkarên çapemeniya azad dema ku bi erka xwe ya agahdarkirina civakê pêk dianîn bûn hedef û hatin qetilkirin."
Abbas Şahîn wiha berdewam kir: “Êrîşên piştî qetilkirina rojnamevanan hê jî didomin. Her roj cîhadîstên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin eêşî herêmê dikin. Bi taybetî jî avendên mirovî û sivîlan ji hêla balafirên şer û komên çeteyan ve tpn bombebarankirin. Di êrîşên li dijî Bendava Tişrîn û derdora wê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Dema ku em dibêjin 'Em bi hev re di nava aştiyê de bijîn’ êrîş zêde dibin û sûcên şer tên kirin."
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.