BI DÎMEN

Konvoya Cizîrê li Bendava Tişrînê bi coş hat pêşwazîkirin

Bi sedan welatiyên ku ji bo piştevaniya berxwedana gel a li Bendava Tişrînê ji Kantona Cizîrê gihîştin qada çalakiyê. Konvoy ji aliyê nobedarên çalakiyê ve bi gerandina govendê û coşeke mezin hate pêşwazîkirin. 

Bi sedan kesên ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê yên girêdayî Kantona Cizîrê, tevî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê jî ji bo piştevaniya gelê ku parastina Bendava Tişrînê dikin, vê sibehê bi rê ketin. 

Konvoy tevî êrîşên balafirên dewleta Tirk jî, bi biryardarî û israr xwe gihand Bendava Tişrînê. Dema ku konvoya gihîşt qada berxwedanê, dewleta Tirk û çeteyên wê derdora Tişrînê topbaran kirin. Berxwedêrên Tişrînê di bin topbaranê de konvoya Cizîrê bi gerandina govendê û bi coş pêşwazî kirin. 

Coşa gel heta saetên dereng berdewam kir. Di pêşwazîkirinê de timî dirûşmeya “Bijî berxwedana Tişrînê” berz kirin.