Depoya çeteyan a çek û cebilxaneyan hate îmhakirin
Hate ragihanin ku QSD’ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê li Bendava Tişrînê weke bersivdayînê depoyeke çeteyan ya çek û cebilxaneyan îmha kiriye.
Hate ragihanin ku QSD’ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê li Bendava Tişrînê weke bersivdayînê depoyeke çeteyan ya çek û cebilxaneyan îmha kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li başûrê Minbicê depoyeke çeteyan a çek û cebilxaneyan hatiye îmhakirin.
Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin: “Hêzên me, li gundê El-Sakawiya yê girêdayî navçeya Ebu Qelqel a li başûrê bajarê Minbicê depoyeke çeteyan a çek û cebilxaneyan îmha kirin. Hate tespîtkirin ku gelek leşker hatine kuştin û birîndarkirin.”