BI DÎMEN

Dewleta Tirk Kobanê, Tişrîn, Til Temir û Qamişlo bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên herêmên Kobanê, Tişrîn û Til Temirê bombebaran kir. Derket holê ku teqînên Qamişlo jî êrîşeke dewleta Tirk e.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, saet derdora 17.00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Loktê û Goktepe yên bajaroka Çelebiyê yên başûrê Kobanê barandin. 

Saet derdora 16.50’an dewleta Tirk û çeteyên wê derdora Bendava Tişrînê kirin hedef û êrîş kirin. 

Di heman demê de li dijî gundên Til Temirê êrîş pêk hatin. Di êrîşên li Til Temirê de gundê Til Temir bû hedef. 

Li gorî saeta herêmî saet 15.40’an dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundê Bîr Hiso yê herêma Qereqozaq a başûrê Kobanê bomberbaran kir. 

Di nava rojê de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo li avahiyekê du teqîn li pey hev rû dan. 

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat ragihandin ku avahiya navborî ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta dagirker ve hatiye hedefgirtin. Di dîmenên hatin parvekirin de tê ditîn ku rokêta ji balafira bêmirov hat avêtin û li avahiyê dikeve.