BI DÎMEN

Dewleta Tirk li Stuttgartê hat protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên wî yên şer bi çalakiyekê li Stuttgartê hat protestokirin.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û Ciwanên Stuttartê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê standa agahdarkirinê hat vekirin. Di çalakiyê de bal kişandin bi ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di çalakiyê de êrîşên dermirovî yên li ser Tişrînê û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin.

Di çalakiyê de li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker îşaret bi piştevaniyê hat kirin û banga hestiyarê li raya giştî hat kirin.