Saziyên Êzidiyan nerazîbûn nîşanî operasyonên siyasî dan

Koordînasyona Saziyên Êzidî yên Ewropa operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê şermezar kir û got: “Faşîzim enceq bi têkoşîna biryardar a li gorî ruhê demê bê kirin, dikare têk biçe.”

Koordînasyona Saziyên Êzidî yên Ewropayê têkildarî operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek da got: “Bi hinceta çalakiyên ji bo Kobanê hatin kirin, nêzî sed siyasetmedarên HDP’ê destgîrkirin; carekî din da nîşandan ku faşîzim enceq bi têkoşîna biryardar a li gorî ruhê demê bê kirin, dikare têk biçe.

Di vê pêvajoyê de ku hiqûq û demokrasî tê binpêkirin de, divê rêbazên têkoşînê yên bi bandor û encamgir neçar in bikevin dewreyê. Li dijî hişmendiya dijminê Kurd hevparên AKP-MHP-Ergenekonê, ji derveyî alternatîfa berxwedana demokratîk, ti vebijêrkeya têkoşîn nemaye.

Li derveyî welat hemû hêzên demokratîk li dijî faşîzmê bi ruhê berxwedana demokratîk ketina tevgerê girîng e. Li hemû qadên têkoşînê bi vî ruhî kar kirin, ji bo pêvajoyê bûna bersivê wê sûdê bide.

Em Saziyên Êzidî yên Ewropayê didin nîşandan ku li gel hevalên xwe ne, li dijî faşîzmê bi hemû biryardariya xwe û derfetên heyî em ê di nava têkoşînê de bin.”