BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PKK'ê li Saratovê hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li Saratovê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Li bajarê Krasnî Kûtê yê herêma Saratovê ya Rûsyayê bi boneya 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK şahiyek hat lidarxistin.

Şahî li Mala Çandê ya Navçeyê “MÇN” bi deqeyeke bîranîna cangoriyan dest pêkir.

Di şahiyê de Cîgirê Hevserokên Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên herêma Saratovê û Hevserokê Otonomiya Xwecihî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdên navçeya Krasnî Kûtê, Ramazan Bûdakov, Endamê Rêvebiriya Şaxa Yekîtiya Nivîskarên Rûsyayê ya herêma Saratovê û berpirsyarê saziya “Kaniya Saratovê” Alêksandr Zûyêv, Cigirê yekem yê şaredarê navçeya Krasnî Kûtê, Sêrgêy Dorodnî axivîn.

Piştî axaftinan şahî bi stran û govendê destpê kir. Hunermendên ji neteweyên cuda tevlî şahiyê bibûn. Delîl Lezgiyev, Koma sê bira (Asad Axmêdov û Ferman Axmêdov), Ehmedê Baqî, Azîza Barî, Koma Reqsê “Aliyans” (Reqsa Tetarî û Kazaxî), koma Folklorî “bîlîna” û Koma Govenda Kurdî “ Zîlan” derketin ser dikê û berhemên xwe nîşan kirin. 

Şahiyê heta dereng dewam kir.