BI DÎMEN

Nemir li Lozanê hatin bibîranîn

Ji bo cangoriyên ku li hemberî dagirkerî, înkar û komkujiyên ku li dijî gelê Kurd û Kurdistanê tên meşandin di demên cuda de bi fedaiyane li ber xwe dane, li bajarê Swîsreyê Lozanê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) ku 1'ê Cotmeha 2023’yan li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê çalakiya fedaî pêk anîbûn, Sûltan Orûç (Ardem Ararat) ku 1'ê Tebaxa 2023'an de li Xîzanê di pevçûna ligel artêşa Tirk de şehîd ketibû, gerîlayên bi navê Rizgar Kara (Berxwedan Goyî), Şerîf Adlim (Hogir Botan) û Bedran Erîn (Rênas Civyan) ku 19'ê Tîrmeha 2024'an de şehîd ketibûn hatin bîranîn.


Merasîma bîranînê ji aliyê Komaleya Malbatên Şehîdan KOMAW'ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê hat lidarxistin û malbatên şehîdan ên ku li Swîsreyê dijîn, nûnerên KOMAW'ê û bi sedan welatparêzên Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn, di şexsê fedaiyan de ji bo bîranîna Şehîdên Rizgariya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endamê KOMAW'ê Mûstafa Karahan di merasîmê de yek û yek navê cangoriyan got û wiha axivî: "Îro em ji bo bîranîna şehîdên xwe hatin ba hev. Em çiqas behsa têkoşîna wan bikin dê kêm bimîne. Berpirsiyariya me ya sereke ew e ku em li têkoşîna wan xwedî derkevin. Ji ber vê yekê jî divê em dilsozê. felsefeya "Kurdistana Azad, Rêberê Azad"  bin ku şehîdên me canê xwe di rêya wê de dan.
Piştî Karahan malbatên şehîdan jî derketin ser dikê û axaftinên xwe kirin. Piştî axaftinên ku soza xwedîlêderketina têkoşîna şehîdan hat dayîn sînevîzyonek hat nîşandan. Tevî vê yekê nirxandinên endamê Desteya Rêveber a KCK'yê Mûrat Karayilan jî wekî sînevîzyon hat nîşandan.
Bîranîn, bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe", “Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin” bi dawî bû.