Li Dûîsbûrgê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya standê û qert şandin
Digel du ceribandinên provokasyonê yên faşîstên Tirk, Kurdistanî bi standa ku li Dûîsbûrgê ava kirin, gihîştin armanca xwe ya çalakiyê.
Digel du ceribandinên provokasyonê yên faşîstên Tirk, Kurdistanî bi standa ku li Dûîsbûrgê ava kirin, gihîştin armanca xwe ya çalakiyê.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya standê hate lidarxistin.
Standa ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel a Dûîsbûrgê ve hat organîzekirin saet di 14.00’an de li ber Foruma li navenda bajêr destpê kir heta saet 17.00’an domiya.
Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin, hat destnîşankirin ku 34 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.
Di çalakiyê de her wiha bi sedan belavok hatin belavkirin û bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku tevlî meşa mezin a Sibatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a 17’ê li Kolnê bê lidarxistin bibin.
Digel ku di çalakiyê de faşîstên Tirk 2 caran hewl dane provokasyon û êrîşan pêk bînin jî, ji aliyê ciwanên Kurd ve hatin dûrxistin..
Piştî çalakiya standê ku bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû, bi dehan qert ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin şandin.