BI DÎMEN

Posterê Rêber Apo li Katedrala Notre-Dame hat daliqandin

Posterê Rêber Apo û alên PKK’yê li yek ji cihê herî giring û dîrokî yên Strasburgê, li Katedrala Notre-Dame ve hat daleqandin û çalakiya 23’ê Cotmehê ya TUSAŞ’ê hat silavkirin û bal kişandin ser Pergala Qirkirin û Êşkenceya Îmraliyê.

Çalakî bi plansaziya komîteya pêngavê û pêkharîteyên wê ve di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hat kirin û endamên TCŞ’yê pêşengiya wê kirin.

Ciwanan çalakiya Tabûra Nemiran a di 23’ê Cotmehê li dijî TUSAŞ’ ku navenda hilberandina çekên ku dewleta Tirk a dagirker di komkujiya Kurdan de bi kar tîne hat kirin, silav kirin.

Di çalakiyê de posterê Rêber Apo û alên PKK’yê li Katedrala Notre-Dame ve hat daleqandin ku yek ji cihên herî giring û turîstîk yê Starsburgê ye. Gelê Fransî û geştyaran eleqeyeke mezin nîşanî vê çalakiyê dan.

Ciwanan diyar kir ku “Heta Rêber Apo azad bibe û pirsgirêka Kurd were çareserkirin dê çalakiyên me bidomin” û dubare banga mezinkirina têkoşînê li hemû ciwanên Kurd û enternasyonalîstan kirin.