PCF: Divê Fransa û YE bêdeng nemîne

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li ser HDP'ê xwest ku YE û Fransa helwesteke tund nîşan bide.

PCF'ê di daxuyaniya xwe de got Erdogan li Tirkiyê çi hêzên demokratîk ku li dijî dîktatoriyê li ber xwe didin zextee giran li wan dike û bi bîr xist ku ji 2016'an û wir ve ji 150 hezarî zêdetir muxalîf hatine girtin, bi bîr xist ku AKP gelek şaredariyên HDP'ê desteser kiriye, şaredarên HDP'ê j ipeywirê girtine, Selahattîn Demîrtaş jî di nav de gelek wekîl girtine.

FRANSA Û YE DIVÊ MEHKÛM BIKIN, BI BIRYARDARÎ AMBARGOYÊ DEYNIN

PCF'ê di daxuyaniyê de xwest ku Fransa û Yekîtiya Ewropa (YE) li bara rûdanan xwe bêdeng neke û got, ''Fransa û YE divê vê rejîma taloke mahkûm bikin û bi biryardarî, bêyî dudileyekê ambargoyê li ser deynin.''

PCF'ê her wiha got ew piştevanê hêzên demokratîk ên li Tirkiyê ne, ji bo serkeftina dad, demokrasî û aştiyê ew li rex HDP'ê ne.