Partiya Katalonyayê CÛP’ê diyar kir ku ew ji ber îddîayên li ser tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd diyar kirin. CÛP’ê diyar kir ku ew dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe .
Di heman demê de li Barcelonayê yaku paytexta Katalonyayê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Pira Barcelonayê 2 pankart hatin daliqandin.
Di pankartekê de hate nivîsandin “Erdogan kujer e’ û di ya din jî ‘Ji Ocalan re azadî’ hatibû nivîsandin.
Koma enternasyonalîst ya Katalonyayê ev çalakiya bi pankart kir û diyar kir ku di 22’ê Adarê de li ber deriyê Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Barcelonayê wê çalakiyekê bikin.

