Parlementerên Elman: Heta dawî em ê li gel HDP’ê bin

Parlementerên Elman ên diyar kirin ku bi girtina HDP’ê re wê demokrasiya ji ber rejîma Erdogan mayî jî tine bibe gotin: “ Heta dawî em ê li gel HDP’ê bin.”

Peyamên piştevaniya bi HDP’ê re di serî de li welatên Ewropayê û dîsa gelek deverên cîhanê ya li dijî doza derbarê girtina HDP’ê ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ya ji bo Dadgeha Bilind dewam dike.

Parlemeterên Partiya Çep ên duh tevlî xwepêşandanên ji bo destekdayîna HDP’ê ya li Berlînê hatin lidarxistin bûn ji ANF’ê re axivîn.

Endama Partiya Çep a Meclîsa Federal Chrîstîne Bûchholoz: Piştî doza girtinê ya ji bo Dadgeha Bilind hate şandin û şûnde fikarên li ser dawî yên Tirkiyeyê zêdetir bûne. Divê zextên her diçe li Tirkiyeyê zêde dibin bi dawî bibin. Bang li hikûmeta Elman a di bin serokwezîrtiya Angela Merkel dikim ku dev ji destekirina siyaseta Erdogan berdin. Divê tavilê bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re bê dawîkirin û dev ji xebatên hevkar ên di bin navê ‘ewlekariya hevpar’ de berdin. Hemû têkiliyên desthilata Erdogan a bi Elmanyayê re di bin navê Peymana Koçberan a Yekîtiya Ewropayê ku bi Tirkiyeyê re îmze kirî, bi hemû qilifan bi rê ve dibe. Tavilê divê ev hevkarî dawî bibe.

‘ARMANC BÊDENGKIRINA MUXALEFETÊ YE’

Parlemeter Paxdal Meîser: Bûyerên li Tirkiyeyê skandalekî mezin e. Doza ji bo girtina HDP’ê, ji bo bêdengkirina HDP’ê ya ku hêza girîng a muxalefetê ye. Bi girtina HDP’ê dixwazin demokrasiya li Tirkiye mayî bi temamî dawî bike; bi vî rengî avakirina rejîmeke antî-demokratîk e. Bang li hikûmetê dikim ku êdî ji bo Erdogan bêjin; ‘Êdî bes e heta vir, rawest e’ Divê endamên Meclîsa Federal piştevaniyê bi HDP’ê re bikin. Divê heû parlementer li dijî krîmînalîzekirina HDP’ê û siyasetmedarên Kurd derkevin.

Endamê Meclîsa Federal a Berlînê Hakan Taş: Ji bo agahdarkirina raya giştî ya Elman a têkildarî girtina HDP’ê xwepêşandan tê kirin. Hewldanên ji bo girtina partiyeke xwedî 6 milyon deng, nayê qebûlkirin. Bi qasî mimkun be divê em piştevaniyê bikin, xwepêşandan û çalakiyan xurt bikin.