Parêzer: Divê Elmanya qedexeya li ser PKK’ê rake

Parêzeran ji bo li Elmanyayê qedexeya li ser PKK’ê were rakirin serlêdan kirin û diyar kirin divê hikumeta Federal ji bo siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan gavên nû biavêje.

Ji bo li Elmanyayê qedexeya li ser PKK’ê were rakirin îro gaveke girîng hate avêtin. 29 sal in Kurdên li Elmanyayê krîmînalîze dibin, siyasetmedar û çalakvanên Kurd tên darizandin, sembol û alayên Tevgera Azadiyê ya Kurdan tên qedeexekirin. Ji bo rakirina qedexeya 29 salan li ser navê PKK’ê parêzer Dr. Lûkas Theûne û Dr. Peer Stolle serî li Wezareta Karê Navxweyî dan.

Piştî serîlêdanê her du parêzeran tevî Dîlan Akdogan a Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD)l li Konferansa Çapemeniyê ya Federal civîneke çapemeniyê li dar xistin. Parêzer Heîke Geîsweîd moderatoriya civîna çapemeniyê kir. Geîsweîd di civînê de diyar kir ji ber qedexeya li ser PKK’ê Kurdên li Elmanyayê tên krîmînalîzekirin û qala hincetên qedexeya di 26’ê Mijdara 1993’an de kir. Geîsweîd bi bîr xist ku di nava salan de çarçoveya qedexeyê hatiye berfirehkirin, gelek sembol û posterên Abdullah Ocalan jî hatine qedexekirin.

Geîsweîd diyar kir dema Elmanyayê ev qedexe didomand dewleta Tirk jî zextên xwe yên li ser Kurdan zêdetir kiriye û got “Li Tirkiyeyê li ser Kurdan zextên sîstematîk hene. A niha rejîm li hemberî siyasetmedarên Kurd her cure hêza dewletê bi kar tîne. Ji ber vê divê Elmanya siyaseta xwe biguherîne û dev ji vê qedexeyê berde.”

PKK’Ê GEL JI QETLÎAMAN RIZGAR KIR

Dr. Lûkas Theûne ê ku li ser navê PKK’ê serlêdan jî kiribû got “PKK jî êdî ne li opey hedefên xwe yên berê ye û dixwaza li welatên ku Kurd lê dijîn mafên xwe yên otonomiya çandî bi dest bixin. PKK’ê ji bo avabûna Rêveberiya Xweser a ku li Bakurê Sûriyeyê gelek komên etnîk û dînî tê de cih digirin, pêşengtî kir. PKK’ê di sala 2015’an de li Şengalê civaka Êzidî ji qetlîama DAÎŞ’ê rizgar kir û hikumeta federal a wê demê ji ber vî tiştî spasî li wan kiribû.”

‘TIŞTEKÎ ŞÊNBER TUNE, DIVÊ QEDEXE WERE RAKIRIN’

Dr. Peer Stolle yê ku wî jî serlêdan kiribû diyar kir ji ber bûyerên şîddetê yên 29 sal berê ev biryara qedexeyê hatiye stendin û got “Heke hincet û bingeha van qedexeyan tunebe, divê ev qedexe were rakirin.”

Dr. Peer Stolle yê ku serokê Komeleya Parêzerên Komarparêz e diyar kir di destê wan de belgeyeke şênber tuneye ku PKK’ê li Elmanyayê sûc kiriye. Stolle got “Di salên 1990’î de bûyerên şîddetê pêk hatin. Me jî serî li Prof. Roland Hefendehm da yê ku di warê qada sûc de pispor e û me xwest lêkolînê bike ji salên 1990’î û vir be heta niha şîddeteke çawa hatiye kirin. Prof. Hefendehm diyar kir beşeke zêde ya şîddetê ji ber qedexeyê pêk hatiye û heke qedexe were rakirin wê ev şîddet jî ji holê rabe. Di heman demê de Yekeya Polîsan a Ewropayê Eûropol jî diyar kiriye heta niha wan delîl nedîtine ku meyla PKK’ê li ser şîddetê ye. Ji Newrozê û vir ve geşedanên girîng pêk hat. Rêveberiya PKK’ê diyar kir wê li hemberî qanûnên Elmanyayê rêzdar be û ev tişt serlêdana me xurt dike.”

JI BER QEDEXEYÊ KURD BÛN HEDEF

Dîlan Akdogan jî li ser navê MAF-DAD’ê diyar kir ew piştgiriyê didin vê serlêdanê û got “Ji ber vê qedexeyê Krud bûn hedef û krîmînalîzekirin. Mafê avakirina komeleyan û jiyîna mafên çandî yên Kurdan hate astengkirin. Ji ber qanûnên 129a û 129b gelek siyasetmedar û çalakgerên Kurd hatin darizandin û gelek ji wan hatin dersînorkirin û teslîmî Tirkiyeyê hatin kirin. Li ser çalakgerên Elman ên ku piştgirî didan gelê Kurd jî zext hatin kirin.

Di sala 1996’an de dema ku 5 salî bûm, me xwestibû em tevlî Newroza Kolnê bibin lê bavê min li ber çavê min hatibû kelepçekirin û destgîrkirin. Siyaseta dewleta Tirk li Elmanyayê jî domiya.”

Akdogan diyar kir bi vê qedexeyê re derb li demokrasiya Elmanyayê tê xistin û destûr nayê dayîn ku Kurd tevlî vê civakê bibin. Akdogan got “Heke qedexe were rakirin wê ji bo bidawîkirina şerê li ser Kurdan bibe gaveke girîng, wê ji bo çareseriyê zextan çêbike. PKK ji ber zextên dewleta Tirk derketiye holê. Em civaka Kurd ji diyalogê re vekirî ne û dixwazin bibin parçeyekî vê civakê. Em dixwazin bi nasnameya xwe ya siyasî û çandî di vê civakê de were qebûlkirin.”