Ozalp ê 91 salî ji Elbîstanê ji koronayê rizgar bû

Îbrahîm Ozalp ê 91 salî ku ji Elbîstanê bû li Londonê ji vîrûsa Korona rizgar bû.

Kurdistaniyê ji Elbîstanê Îbrahîm Ozalp ê 91 salî ku li Londonê dijiya ji vîrûsa Koronayê rizgar bû. Ozal ê berî bi deh rojan ji ber êşa dil çûbû nexweşxaneyê bi teşxîsa vîrûsa Koronayê re bi nexweşiya Homertonê hate dermankirin. Ozal ê li odayên nexweşxaneyê ji ber koronayê hate dermankirin, tevî ku sala 1927’an jî hatiye dinê lê ji ber ragiriya bedea wî ji vîrûsê rizgar bû. Îbrahîm Ozal ê hê li nexweşxanayê û li bendêye ku sibe ji nexweşxaneyê bê derxistin û wê li malê di nava karantînayê de demekê bimîne hate ragihandin ku rewşa wî baş e.

Kurê Îbrahîm Ozalp Behzat Ozalp diyar kir ku ji ber pirsgirêka bavê wî yê nefesê baş bû, bû sedem ku bikare ji vê nexweşiyê baş bibe û got: “Ji xwe bi hinceta krîza dil me rakir nexweşxaneyê. Lê di testan de derket ku bi vîrûsê ketiye û hema di cih de xistin tedawiyê. Niha rewşa wî pir baş e. Doxtoran anî ziman ku ji vîrûsê rizgar bûye lê ji bo tedbîran wê rojek din jî li nexweşxaneyê bê ragirtin. Piştî ku ji nexweşxaneyê bê derxistin wê 14 rojan li mal di nava kartînayê de bê hiştin. Ji ber ku ev rewş ji bo hem rewşa wî û hem jî metirsiyê li ser rewşa kesên din veneke.”

Ozal diyar kir ku doxtor dibêjin ku yên pirsgirêka wan a nefesê nebe wê bikarin ji vê nexweşiyê rizgar bibin û daxwaz kir ku her kes li gorî tedbîrên doxtoran tevger bikin.